Polîtîkayên aboriyê betaliyê zêde dike 2017-02-01 09:16:44 ENQERE - Li gorî daneyên TUÎK'ê di sala 2015'an de rêjeya jinên betal ji sedî 13.2 bû û di sala 2016'an de rêjeya jinên betal derket ji sedî 16’an. Prof. Dr. Gulay Toksoz, diyar kir ku betaliya jinê hem ji ber polîtîkayên aborî û hem jî ji ber êdî civak vê yekê qebûl dike pêş dikeve. Li gorî daneyên TUÎK'ê rêjeya jinên karker û kedkar di sala 2015'an de ji sedî 31.8 bû. Ev rêje di sala 2016'an de derket ji sedî 33.1'an. Li gorî heman daneyan rêjeya jinên betal di sala 2015'an de ji sedî 13.2 bû. Di sala 2016'an de ev rêje gihişt ji sedî 16’an. Rêjeya jinên ciwan ên temenê wan di navbera 15-24'an de di sala 2015'an de ji sedî 23.1, di sala 2016'an de ev rêje gihişt ji sedî 27.1'an. Ji sedî 34.2'ê jinan jî di sala 2016'an di qada perwerdehiyê û debarê de cih negirtin. Li Tirkiye di sala 1999'an de hêja jinen karker û kedkar ji sedî 36 bû. Di serdema AK Partiyê de di sala 2005'an de gihişt ji sedî 23.3. Di navbera salên 2006-2015 tenê 8 puan zede bû. FERQA DI NAVBERA YE û TIRKIYE DE PIR ZÊDE YE Endama Beşa Têkiliyên Endurstrî û Aboriya Xebatê ya Zankoya Zanyariyên Siyasal a Zanîngeha Enqereyê (AU) Prof. Dr. Gulay Toksoz, têkildarî jinên betal û polîtikayên Tirkiye ji dîhaberê re axivî. Toksoz, da zanîn ku li gori daneyên Ofîsa Îstatîstîkên Ewropa (Eurostat) a sala 2017'an, rêjeya jinên temenê wan ên 20-64 salî ji sedî 63,5'an in. Toksoz, da zanîn ku di navbera rejeya YEkîtiya Ewropa û Tirkiye de ferqek gelek mezin heye û wiha got: "Li Tirkiye rêjeya tevlêbûna jinê ya kar ji sedî 55 e. Tirkiye li gorî Yunanistan û Îtalya pir kêm e. Di welatên OECD tevlêbûna jinan a kar ji sedî 63 e. DANEYÊN TUÎK'ê rastiyê nîşan nadin Toksoz, da zanîn ku daneyên TUÎK'ê rastiyê nîşan nadin û wiha got: "Di daneyên TUÎK'ê de di sala 2015'an de xuya dibe ku nêzî 8 milyon jin dixebitin û . 1,2 milyon jin jî betal in. Lê ev hêjmar rastiye nîşan nade. Lê niha 1,4 milyon jin li kar digerin. TUİK vê yekê li ber çavan nagire. Li gorî daneyên rast ji sedî 28 jin betal in. 'GELEK ASTENÎ LI PÊŞ JINE HENE Toksoz, destnîşan kir ku ji bo jin bibin xwedî kar gelek astengî li pêş wan hene û wiha got: "Di qada aborî, civakî çandî de gelek astengî hene. Di qada aborî de ji ber ku Tirkiye di qada aborî de pir dereng pêş dikeve. Qada debarê pir kêm e. Di qada sektora xizmetê de kar zêde ye. Jin herî zêde di sektora xizmetê de dixebitin." 'PERWERDE BANDORÊ LI SER KAR DIKE' Toksoz, destnîşan kir ku çand û aborî li ser karê jinan bandorê dike û wiha got: "Di sanaya îmalatê de zêde guncav nabînin ku jin di karê tekstil, konfeksiyon û zexîreyan de bixebitin. Jinên ku bi perwerde herî zêde mamoste, banka, hemşîre, de dixebitin. Jinên bê perwerde jî di qada xizmetê de dixebitin. 'PÎŞE LI GORÎ ZAYENTÊ DÊ DABEŞKIRIN' Toksoz, destnîşan kir ku ji ber pîşe li gorî zayendê tên dabeşkirin keda jinê nayê dîtin wiha got: "Karsaz bêtir karê zahmet û tîtîz dide jinên ciwan. Di taybetî di nava civakê de jinên xwedî zarok karên derve ji bo wan guncav nayê dîtin. Dixwazin jinên zewicî li malê di xizmeta hevserê xwe de be. Dixwaze karê malê bike. Dixwaze di malê de girêdayî mêr be." ROLA DEWLETÊ Toksoz, bal kişand ser rola dewletê û anî ziman ku dewlet rola xwe nalîze û wiha got: "Mînak dewlet di şaredariyan de ji bo zarokan kreşan ava nake û xebata jinan hesan nake." 'HÊJMARA JINÊN KARKER ÊN LI DERVÊ QEYDAN ZÊDE DIBE' Toksoz, pergal dixwaze bi karê mikro kredî yê hundirê malê û debara xwe bike. Ev wekî jinên karker nayê dîtin. Di serdema hikûmeta AKP'ê de ev polîtîkaya mikro kredî zêde bû. Di serdema 2004-2015'an de jinên li dervê qeydan 475 hezar zêde bû. KEDA JINÊ DÊ ÇAWA BÊ PARASTIN? Toksoz, herî dawî diyar kir ku ji bo ewlehiya karê jinê bê kirin, divê jin di bin ewlehiya civakî de mafê wê bi zagonan bê parasitn û mîsogerkirin.