'Tayînkirina mêr a Serokatiya Daîreya Jinê girtina wê Daîreyê ye' 2017-02-03 11:31:33 MÊRDÎN - Qemûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Midûreya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê ji kar dûr xist û li şûna wê mêr tayîn kir. Midûreya Daîreyê Mekiye Guzel ku ji kar hat dûrxistin bertek nîşan da û diyar kir ku tayînkirina mêr a Daîreyê tê wateya girtina wê daîreyê. Di 16'ê Mijdara 2016'an de Walî Mûstafa Yaman wekî Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê hat tayînkirin. Walî Mustafa Yaman piştî wekî qeyûm tayîn bû, ewil Midûreya Daîreya Polîtîkayên Jinê Mekiye Guzel ji kar dûr xist û li şûna wê Mehtap Bingul hat dayînkirin. Piştî demekê Bîngul li ser kar ma, li şûna wê Abdurrahman Bingul hat dayînkirin. Têkildarî mijarê Midûreya Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinê Mekiye Guzel, berteken xwe anî ziman û wiha got: "Tayînkirina mêr a Midûriyeta Daîreya Polîtîkayên Jinê tê wateya girtina wê daîreyê. Dema saziyek hat vekirin gelek anket hatin kirin û lekolîn hat kirin. Piştî lêkolîn û anketan pêdivî bi vekirina vê daîreyê hat dîtin. Tayînkirina mêr a vê daîreyê rastî bertekên aktîvîstên jin jî hat. ‘JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN HAT AVAKIRIN' Guzel, destnîşan kir ku ev saziyên bi vî rengî ji bo pêdivî pê heye û pirsgirêkan çareser bike hatiye avakirin û wiha got: “Nûnertiya jinê nerîna jinê temsîl dike. Ji bo rewşa jinê ya nava civakê lêkolîn bike û çareseriyê ji pirsgirêkên wan re bibîne tê avakirin. Ji bo jinek bê famkirin divê bi çavê jinekê bê nerîn. Dema daireya polîtîkaya jinê hat avakirin bi vê felsefeyê hat avakirin." Guzel da zanîn ku li cihê jin lê hebe divê rêveberiya jinê jî lê hebe û wiha got: "Divê jin jî tev li wê rêveberiyê bibe. Ger ku nêviyê civakê ji jinan pêk bê divê nêviyê rêveberiyê jî jin be. Ev tiştê ku me gir gavek derengmayî bû. Ev destkeftiyek e. Divê ev destkeftiya jinê bê parastin. Di nava Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de piştî hilbijartina 2014’an hem di meclîsê de hem jî di nava xebatan de hêjmara jinê zêde bû. Avakirina Daîreya Polîtîkayên Jinê nûnertiya jinê xurt kir. Hem di milê demokrasiyê de hem jî di milê nûnertiya vîna jinê de pêşketinek mezin bû û divê ev vîna jinê bê parastin. ‘PÊDIVIYA HERÊMÊ JI ALIYÊ HERÊMÊ VE TÊ DIYARKIRIN' Guzel, destnîşan kir ku pêdiviyên cihekî herêmî ji aliyê vîna wê herêmê ve divê bê diyarkirin û wiha axivî: “Herî baş pîdiviya tiştekî ji aliyê gelê wê herêmê ve tê diyarkirin. Ger ku îro li wê herêmê lêkolîn bê kirin dê bê dîtin ku herî zêde civak pêdivî bi vê mijarê dibîne. Dê bê dîtin ku jin di aliyê nûnertiyê de rastî gelek zahmetiyan tên û pêdivî bi vê daîreyê heye. Me bi avakirina serokatiya Daîreya Polîtîkayên jinê nîşan da ku di aliyê çareserkirina nakokiyên zayendî de pêdiviyek e. Divê pêdiviya herêmê bê zanîn û dîtin û li gorî vê pêdiviyê çareserî bê dîtin." 'SEDEMA TUNDIYA LI HEMBERÎ JINÊ LI HOLÊ YE' Guzel, da zanîn ku îro tundiya li hemberî jinê ji aliyê her kesî ve tê dîtin û wiha got: "Ji bo çareserî û rê li pêşîgirtina vê tundiyê pêdivî bi sazîbûnê hebû. Me di bin Polîtîkayên Jinê de bi nerîna jinê gelek cih û warê jinê ava kir. Gelek jinan serî li van sazî û dezgehên jinan dan. Jinên ku serî li vir dan bêtir baweriya wan ji wan hat. Me bi ferasetên ku tundiyê pêş dixin re têkoşîn pêş xist. Hebûna daîreyek bi vî rengî pir girîng û hewce ye. Divê di hemû saziyan de jî daîreyên bi vî rengî ku nerînên jinê bên avakirin. Bi avakirina van daîreyan hat dîtin ku ger li her derê ev sazî pêş bikeve dê tundiya li hemberî jinê di nava civakê û saziyan de kêm bibe."