'Em ê bikin ku Reqa ji nû ve bêhnê bistîne' 2017-02-05 09:06:57 REQA - Şervanên jin ên QSD'ê yên beşdarî pêngava sêyemîn a operasyona Reqayê ku duh starta wê hat dayîn bûn anîn ziman ku, ew ê weke Şengalê jinên reqayî jî rizgar bikin û wiha gotin: "Em ê tevî bikin ku jiyan ji nû ve bêhn û henaseyê bistîne." Pêngava sêyemîn a "Operasyona Xezeba Firatê" bi beşdarbûyîneke zexm dest pê kir. Di operasyonê de YPG, YPJ, Meclîsa Leşekrî ya Suryaniyan, Hêzên El Senadîd, Erka Xweparastinê, Skor Reqa, Suwar Reqa, Ehrar Reqa, Hêzên Nexbeyê û Şuheda Reqa di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de cih girtin, lê di nav şerwanan de zêdebûna jinan balê dikêşe. Di operasyona ku ji milên Xiniz û Bîr Hebayê de tê meşandin zêdeyî 11 kîlometreyan pêşveçûyîne heye û heta niha 3 gund û 5 mezrik ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin. Jinên QSD'yî yên beşdarî operasyonê bûne gotin, ew ê dakevin navenda Reqayê û hevzayendên xwe rizgar bikin. 'EM Ê JINÊN REQAYÎ JÎ RIZGAR BIKIN' Ji şervanên QSD'ê Arjîn Emîn, diyar kir ku ew li hemberî bangên azadiyê yên gelê Reqayê bêdeng nemane û ji bo dawî li esareta DAIŞ'ê ya li dijî jinan bînin ew ditêkoşin. Emîn wiha got: "Me berê jî dawî li gelek êşan anî bû. Me çawa jinên şengalî ji esareta DAIŞ'ê rizgar kirin, em ê jinên reqayî jî ji DAIŞ'ê rizgar bikin. Ev şer û têkoşîna me ji bo dawîlêanîna esareta jinê ye. Em ji bo wan li vir in. Em ê heyfa her jineke xwe ji DAIŞ'ê bistînin." NE TENÊ JI BO REQAYÊ JI BO HEMÛ SÛRIYEYÊ Şervana bi navê Dîcle Rêzan jî diyar kir ku ew ê temamiya Reqayê ji DAIŞ'ê rizgar bikin û anî ziman ku, tenê ne ji bo Reqayê ew jiyana bi hev re ya hemû gelên Sûriyeyê esas digirin. Rêzan, anî ziman ku ew ê li Reqa, Deyr El-Zorê û qadên din hemû jinan ji esareta DAIŞ'ê rizgar bikin û dest nîşan kir ku, divê her kes bibîne ku li van xakan ji bo çi jin şer dikin û wiha domand: "Bila li DAIŞ'ê binihêrin, ew ê bînin ku ji bo çi jin li eniyan cih digirin. Em vî şerî tenê ji bo derdorekê nakin. Ji bo civak li ser bingehek têkûz rûnê, em vî şerî dikin." ‘EM Ê BIKIN KU JIYAN JI NÛ VE BÊHN Û HENASEYÊ BISTÎNE' Sûna Serêkaniyê jî dest nîşan kir ku, li eniyên ku li dijî DAIŞ'ê hatine çêkirin jin li dor hedefekê gihaştine hev û got, li Sûriyeyê jinên li dijî DAIŞ'ê şer dikin bûne sembol. Serêkaniyê, dest nîşan kir ku dê serketin a jina be û diyar kir ku, ew niha ber bi paytexta DAIŞ'ê ve diçin û wiha bang kir: "Li vir tenê tiştek heye û em dixwazin her kes pê zanibe; teqez em ê heyf û tola jinan bistînin. Bila jinên ciwan û dayikên me yên reqayê teqez li benda me bin. Em ê dest bidin hevdu. Dê jiyana vê carê jiyaneke azad be. Em ê bikin ku ji nû ve jiyan bêhn û henaseyê bistîne." Nazim Daştan - dîhaber