'Her ku hûn êrîş bikin jinên bêjin 'Na' dê zêde bibin' 2017-02-05 14:54:00 STENBOL - Jinan bertek nîşani êrîşa polîsan a duh li Bakirkoyê çek xist serê jinên belavokên "Na" belav dikirin û ew binçavkirin dan. Jinan dîsa belavok belav kirin û gotin "Her ku hûn êrîş bikin jinên bêjin "Na" dê zêde bibin." Duh li Kolana Bahariye ya Kadikoya Stenbolê jinên ku stanta "Na" vekirin û belavok belav kirin rastî êrîşa polîsan hatibûn. Polîsan êrîşî stantê kirin û çek xist serê Gozde Tenikecî û ew bi lêdanê binçavkirin. Jin îro dîsa daketin qadan û binçavkirina jinan şermezar kirin. Jin dîsa li kolana Bahariye kom bûn û belavokên "Na" belavkirin. Jinên ku li pêş Maxazeya Koton kom bûn, belavokên "Na" belav kirin. Jinan dîsa li kolanê belavok dan welatiyên kolanê û gotin "Duh li vir du jinên gotin "Na" û li dijî rejîma yek mirovî derketin bi hinceta 'Heqaret li Serokomar kiriye' hatin binçavkirin." Jinan dema belavok belav dikirin dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Jinan dîsa bertek nîşanî astengiya polîsan da û gotin: "Em ji çek û bombeyên we natirsin. Her ku hûn êrîşî me bikin em jinên bêjin "Na" dê zêdetir bibin." Jinan belavokên ku li ser "çima Na" xal bi xal vedibêje belavkirin. Jinan diyar kirin ku ji bo pêşeroja wan, pêşeroja zarokên wan û xwezaya wan dibêjin "Na". Jinan li seranserî Kolana Bahariye belavokên "Na" belavkirin û siloganên “Bijî şêwirmendiya jinê", "Em bêdeng nabin, natirsin em serî natewînin" berz kirin û belavkirina belavokan berdewam kirin. Welatiyên kolanê bi çepikan piştgirî dan wan.