Navenda Jinê bi 'zilam' ve girêdan! 2017-02-06 09:03:27 SÊRT - Şaredariya Sêrtê ku piştî qeyûm hat tayînkirin biryarên ku dibe sedema nîqaşan tê gritin vê carê jî Navenda Jinê ya Berfîn bi Midûriyeta Çandê ya berpirsyarê wî zilam e ve hat girêdan. Piştî ku Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan di 16'ê mijdara 2016'an de ji peywir hat girtin û hat girtin Alîkarê Waliyê Sêrtê Ceyhun Dilşad Taşkin ê wekî qeyûm tayînî şarediyê hat kirin biryarên ku dibe sedema nîqaşan tê dayîn. Piştî ku qayûm hat ser kar projeyên di dema Bakirhan de hatine amadekirin an tên betalkirin an jî tên guhertin. Qeyûm ê ku tabelayên bi kurdî rakir, Navenda Piştevaniya Jinê ji bin banê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê derxist û bi Midûriyeta Çandê ya ku berpirsyarê wî zilam e ve girêda, mezbaxane jî girt û rê ji goştê qaçax re rê vekir. Piştî ku şaredarî ji îradeya gel hate derxistin û dan ber destê yên hatine tayînkirin ketine hundirê avahiya şaredariyê jî bû wekî îşkence. Welatiyên ku dikevin avahiya şaredariyê jî ji cihaza x-rayê derbas dibin, li ser wan lêgerîn tê kirin. Ji beşên ku xebatkarên şaredariyê hene ji wir derbasbûna qatê şaredar û beşên din jî bi deriyên beton hatine girtin. BÊTEHAMULIYA LI HEMBERÎ TABELAYA KURDÎ Yek ji projeyên ku qeyûm asteng kir ki projeya Pêşdibistana Zarokên Rojê ye ku dê bi 3 zimanan perwerde bida bû. Di dema Bakirhan de hatibû palankirin ku bi kurdî, tirkî û erebî perwerde bê dayîn. Bersiva projeya ku hate temamkirin û ji bo erêkirinê pêşkêşî walîtiyê hat kirin jî hat dayîn. Piştî ku rojên borî Midûriyeta Polîtîkayên Civakî û Malbatê ya girêdayî Walîtiya Sêrtê bersiva "divê gotinên bi tirkê bên bikaranîn" bi fermana qeyûm Taşkin tabelaya dibistanê hate rakirin. Li şûna tabelaya hat rakirin tabela tirkî daliqandin hate ferzkirin. Projeya ku dê bi 3 zimanan perwerde bida niha hatiye rawestandin. LI NAVENDA JINÊ MIDÛRÊ ZILAM! Navenda Piştevaniyê ya Jinê Berfîn a di warê civakî, psîkolojîk, aborî bi xebatên atolyiyê xizmet dida jinan jî ji statuya midûriyetê hat derxistin û bi Midûriyeta Çandê ve hat girêdan û bû beşekî vê derê. Midûra Navenda Piştevaniya Jinê ya Berfîn Pervîn Akyurek jî piştî ku qeyûm hatibû tayînkirin, hatibû îxraçkirin. Navê navenda ku bi Midûriyeta Çandê ve hat girêdan jî wekî "Navenda Jinê" hate guhertin. Diren Yurtsever - dihaber