Li Amedê hedefa qeyûman ewil jin in 2017-02-08 09:26:45 AMED - Hedefa ewil a qeyûmên tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin, jin in û li gel vê li hin şaredariyan hema bêje qet jin nemane. Li Amedê 3 komele û 4 navendên şêwirmendiya jinê yên aîdî şaredariyan hatin girtin û li şaredariya bajarê mezin jî xebatên jinan hatin rawestandin. Bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) heta niha 3 jê şaredariyên bajarên mezin, 9 jê yên bajaran, 55 jê yê navçeyan, 7 jê yên bajarokan bi giştî qeyûm tayînî 71 şaredariyên DBP'î hatine kirin. Bi tayînkirina qeyûman re îcraata ewil ew e ku girtina sazî û dezgehên jina û li şûna serokên daîreyên jinan tayînkirina zilama ye. Li Amedê Komeleya Jinê ya Cerenê, Komeleya Jinê ya Selîsê û li Sûr, Farqîn, Erxanî û ÇInarê jî navendên şêwirmendiyê yên jinan ên wek Jinwar, Amîda, Selîs û Meyayê ji aliyê qeyûman ve hatin girtin. Her wiha ji bilî Şaredariya Bajarê Mezin hemû gerînendetiyên polîtîkayên jinan bi gerînendetiya çandê ve hatin girêdan. XETA ALO ŞIDETÊ HAT RAWESTANDIN Seroka Daîreya Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin Yuksel Acer ji peywirê hat girtin û hemû xebatên daîreyê hatin rawestandin. Li şûna alîgira seroka daîreya jinan wek alîgirê sekreter zilam hat tayînkirin û li gel vê dixwazin hemû xebatên jinan bi Wezareta Daîreya Polîtîkayên Malbat û Civakiyê ve bên girêdan. Dîsa Îstasyona Gava Ewil a Xeta Alo Şidetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku li Tirkiyeyê îstasyona ewil e, fealiyetên wê hatin rawestandin. LI FARQÎNÊ 6 JIN HATIN DERXISTIN Li şaredariyên navçeyan û navendên şêwirmendiyê yên jinan hema bêje temiya jinan ji kar hatine derxistin. Li Şaredariya Farqînê bi giştî 73 kes ji kar hatin derxistin. Ji vana 19 jê bi KHK'yan, 54 jê jî bi fesixkirina îhaleyên wan têkiliya wan hat qutkirin. Her wiha ji aliyê qeyûm ve 6 jin jî ji navendên şêwirmendiyê yên jinê hatin derxistin. Ji jinên ji kar hatin derxistin 2 jê civaknas, 2 jê mamsoteyên qursan, 2 jê jî xebatkarên aktîf bûn. LI SÛRÊ 30 JIN JI KAR HATIN DERXISTIN Piştî qaymeqamê navçeyê wek qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, bi giştî 67 kes ji kar hatin derxistin. Ji vana 30 jê jin in. Ji 30 jinên ji kar hatin derxistin 6 jê li Navenda Şêwirmendiyê ya Amîdayê dixebitîn. Ji jinên hatin derxistin 2 jê xebatkarên pîşeyê, 2 jê civaknas, yek jê endezyara zîraetê, yek jê jî derûnas bû. LI ÇINARÊ 2 JIN MAN Li Şaredariya Çinarê ya qeyûm tayînî wê nehatiye kirin, li bi awayekî fiîlî hemû raye di dest qaymeqam de ne jî ewil bi KHK'yan 24 kes hatin îxrackirin. Ji vana 5 jê jin bûn. Li Navenda Jinê ya Jinwarê yek jê civaknas, 5 jin ji kar hatin derxistin. Niha li şaredariyê tenê 2 jin dixebitin. Li Şaredariya Erxaniyê ya hemû raye di dest qaymeqam de ne, li navenda jinê ya ya wek yekeyeke Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan fealiyetên xwe dimeşîne, 4 jin dixebitin. Bi KHK'yên dawî re gerînendeya polîtîkayên jinan û civaknasa li navenda jinê dixebitî hatin îxrackirin. ‘DÊ TÊKOŞÎN BIDOME' Alîgira Hevşaredara Şaredariya Sûrê Naşide Bulut Tekin a ji peywirê hat dûrxistin, dest nîşan kir ku li dijî pergala wan tayînkirina qeyûm "derbe" ye û got, wan pergaleke demokratîk, ekolojîk û jina azadîxwaz ava kiriye. Tekin, anî ziman ku di vê pergala wan de pergala hevserokatiyê bingeheke bivê nevê bû û got, di avayiya jinê de cihê herî girîng saizyên jina ye. Tekin wiha axivî: "Ji ber vê yekê jî, derbeya ewil li dijî jinan pêk hat. Di bingeha pergala qeyûmê de ev hebû. Hedef pergala jinê bû. Ji ber vê yekê pêşî mudaxileyê pergala serokatiyê û navendên jinan kirin. tenê navendên jinan pasîfîze nekirin. Li şaredariyê hemû jin hedef girtin. Mînak, li Şaredariya Sûrê ji bilî çend jinên karmend jin neman. Ji bo pergala jinê saziyên jinan zaf girîng bûn, bi kedên mezin hatibûn avakirin. Lê bêyî saziyên jinan jî me li her derî têkoşîna jinê dida. Ji niha û pê ve jî em ê her bitêkoşin."