Ji bo jin bi ser kevin 5 caran 'Na' 2017-02-08 09:48:36 STENBOL - Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin bi sernavê "Ji bo jin bi ser kevin 5 caran Na" ve dê çima bibêjin "Na" bi 5 madeyan vegotin. Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), di referandûma qanûna bingehîn de bi sernavê "Ji bo jin bi ser kevin 5 caran Na" ve dê çima bibêjin "Na" bi 5 madeyan vegotin. 5 madeyên KCDP'ê wiha ye: * Ji bo ji şîdetê xilas bibin, em dixwazin zarokan ji îstismarê biparêzin. Şîdeta li hemberî jin û îstismara zarokan gihîştiye asta ku êdî nayê tehamulkirin. Ger ku em nikarin rûmeta xwe jiyana zarokên xwe biparêzin em çima hene? Dê serokdewletî ji bo vî yekî bibe çare? Ji ber ku nabe em weke jin bihevre ji serokdewletiyê de bibêjin "Na". * Em dixwazin mafên xwe yên hemdem, jiyana ku me tercîh kiriye bi awayekî azad bijîn, biyarên ku bandorê li jiyana me dike em dixwazin bigirin. Ji zewacê heta hevberdanê, zarokanînê, mîrateya ji hiqûqî tê, beşdarbûna siyaset3e, perwerdehiyê di gelek aliyan de em di bin pêkûtiyan de ne. Nûnerên hikûmetê yên ku divî di vî mijarê de bibin mînak dema ku li ser qanûna bingehîn diaxivin bi ferzkirin û tehdîdan ve diaxivin. Ger ku sîsteka serokdewletiyê mafê biryarê nade jinan em weke jin bihevre bibêjin "Na". * Em dixwazin ji barê debarê, barê deynan xilas bibin. Barê debarê, buha, lêçûnên tenduristiyê zêde bûne. Lêçûn zêde dibin, dahata me naguhere. Xwedîkirina malê, bixebite jî nexebite jî li ser milê jinan e ji bo sûdê bide butçeyê bixwaze bixebite jî kar tuneye. Bêtalê her diçe zêde dibe. Herî zêde jî bandorê li jinan dike. Referandum ji ber derdê jinan dê bibe çare, guhertina qanûna bingehîn dê ji bo jinan kar bîne? Vê yekê serokdewletî nikare biguherîne ji ber vê yekê em hemû jin bi hevre bibêjin "Na". Em di nava ewlehî û aramiyê de dixwazin bijîn, mirinan naxwazin. Dema ku zarokên xwe dişînin leşkeriyê yan jî cihekî, em bixwe diçin bazarê, karê xwe, nexweşxaneyê em dixwazin bi rehetî bijîn. Lê OHAL û biryarnameyan ewlehiya me pêk neanî, bi sedan mirov mirin. Bi guhertina qanûna bingehîn ve ev biryarname dê çawa nîzamê pêk bîne? Em weke jinên ku jiyanekî "ewle" dixwazin bibêjin "Na". * Dema ku mafên me tê binpêkirin em darazekî serbixwe û serokomarekî bê alî dixwazin. Li dijî jinan binpêkirin zêde dibe lê riyên lêgerîna maf kêm dibin. Em darazekî ku kesên sûc kirine bêceza dihêle na, tolê na, em darez û serokomarekî adil dixwazin. Ji ber alîbûna darazê wekî jinên ku herî zêde canê wan tê êşandin ji bo "Na" dengê xwe bi kar bînin." * Guhertina qanûna bingehîn tekane bersiva ku ji van pirsgirêkên jinan re dide rayeya derxistina biryarnameyan dayîna serokomar e. Lê me dît ku KHK ji bo çareserkirina pirsgirêkan bêbandor e me di dema OHAL'ê de dît, nebûn çare. Nabe. Ji ber ku pirsgirêkên me zêde ne, pir alî ye bi biryarên yekalî na, bi aqilane dikarin bê çareserkirin. Ji bo vê yekê parlamentoyekî xurt pêwîst e. Tu guhertinên ku qanûna bingehîn pêşkêş dike nayê wateya xurtkirina parlamentoyê. Ger ku parlamento xurt nebe jin jî xurt nabin. KCDP'ê ya gotina "Li hemberî bêhêvîtiya mezin sekinandin tê wateya 'Di Na de zelalbûn û yekbûn e' rê ev e" bi kar anî ev bangawazî kir: "Divê jinên ku 'Na' yên wan cuda ne bên cem hev, divê hêza yekîtiyê ava bikin. Hatina me ya li cem hev dê bibe navendekî gihandina hev. Dê hêzê bide xwîşkên me yên ku bi teredutê de ne. Dê tu caran kolebûnê qebûl nekin. Lê dibe ku hinekî me bêhtir pêdiviya me bi wêrekiyê hebe. Em wan tu caran tenê nehêlin. Tu jin di 'Na' ya xwe de tenê nîne. Em di 'Na" yê de bên cem hev û bila jin bi ser kevin. Bila jin bijîn."