Jinan li Dîlokê starta 'Na' dan! 2017-02-08 16:33:49 DÎLOK - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Dîlokê di civîna ku starta kampanyaya "Na" dan de diyar kirin ku ew bi ruhê 8'ê Adarê û coşa Newrozê bang li hemû jinan dikin ku ri referandûmê de bibêjin "Na". Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dîlokê û hevparên wê têkîldarî referandûma guhertina qanûna bingehîn kampanyaya "Na" bidin destpêkirin li avahiya HDP’ê ya Dîlokê hatin cem hev. Jinan di civînê de pankarat û dovîzên “Na” daliqandin û hilgirtin. Di civînê de Hevseroka HDP’ê ya Dîlokê Guler Erat axivî. Erat diyar kir ku jinan di dîrokê de li hemberî desthilatdariya yekesî, desthilatdariya zayendekî li ser zayendekî din, desthilatdariya kesekî li ser malbatê û desthilatdariya qral, padîşah, împaratoriyan li ser gelan têdikoşin. ‘AKP’Ê JI BO DESTKEFTIYÊN ME DESTPÊKÊ ÊRÎŞÎ JINAN KIR' Erat anî ziman ku jinên HDP’î cara yekem di meclîsê de kom avakirin, cara yekem sîstema wekhev a hevserokatiyê avakirin, li hemberî tacîz, tecawiz û şidetê li berxwedan, derketin qadan û wiha got: “Lewma AKP’ê di serî de êrîşî destkeftiyên jinên HDP’î kir. Parlementerên me yên jin û berpirsyarên me kirin girtîgehê, bi qeyûman dest danîn ser destkeftiyên me.” ‘EM Ê BI TEQEZ SERBIKEVIN’ Erat destnîşan kir ku ew serî li ber tu hêzan natewînin, dest ji destkeftiyên xwe bernadin û wiha axivî: “Em ji rejîma zilamekî re dibêjin 'Na', ji bo jêrzamînên Cizîrê 'Na', ji bo dayîka Taybet 'Na', ji bo tecawiz û şidetê 'Na', ji bo qatlîamên jinan 'Na', ji bo hişmediya ‘itaat bike rihet bibe Na’, ji bo wekheviyê, aştiyê, demokrasiye, ekolojiye, hêviyê, zarokên rûken 'Na'. Em jinan bi ruhê 8’ê Adarê û coşa Newrozê vedixwînin ‘Na’ yê. Em ê teqez serbikevin. ”