'Heke jin li dijî îstîsmara zayendî tênekoşin wê şikestinek peyda bibe’ 2016-11-22 09:25:00 STENBOL – Endama Komîsyona Jinan a ÎHD’ê Muruvvet Yilmaz diyar kir ku, heke li dijî pêşnûmaya îstîsmara zayendî liberxwedayîn tune be, wê ji aliyê jinan ve bibe sedma şikestinekê û got, ew ê li dijî polîtîkayên bi vî rengî qadên têkoşînê berfirehtir bikin. Sererastkirina îstîsmara zayendî ya ku hikûmet dixwaze wê zagonî bike piştî 184 deng wernegirtin wê îro li Lijneya Giştî ya Meclîsê dubare hevdîtina wê pêk bê. Jinên ku bi rojane kuçeyan naterikînin, bertekên wan î li dijî bê pêşnûmayê didomun. Endama Komîsyona Komeleya Mafên Mirovan (ÎD) a Jinan Muruvvet Yilmaz diyar dike ku, divê pêşnûma bi paş ve bê kişandin. 'DIVÊ PÊŞNÛMA BI PAŞ VE BÊ KIŞANDIN’ Yilmaz diyar kir ku, pêşnûma tê wateya wê jinê hepsî malê bike, tacîza di temenê zarokatiyî de bê ceza bimîne, tacizkaran bê ceza bihêle û wiha got: “Peyama ‘Me sînorek ji we re xêz kiriye, hûn ê niakribin derkevin dervayî vî sînorî’ tê dayîn.” Yilmaz anî ziman ku, bi vê sererastkirinê re pergala mêrî ya serdest bi argumanên olî li gor berjewendiyên tacizkaran tevdigere, li dijî maf û azadiyên jinê yên bi dest xitsine êrîşek e û dest nîşan kir ku, divê ev pêşnûma demildest bi paş ve bê kişandin. 'HIN KES HAY JI TIŞTÊN TÊN KIRIN HENE’ Yilmaz dest nîşan kir ku, dixwazin ne bi zagonan lê bi normên kevneşopiyê dewlet bê birêvebirin û wiha domand: “Ez wisa difikirim ku, civak geremoliya nirxî dijî. Li aliyekî derdorek hay ji tiştên tên kirin heye û li ber xwe dide heye. Dizanin wê encamên wê çi bin û wê ji bo jinan windahiyên wê çi bin. Li aliyê din jî derdoreke ku ji bo jiyana wê xera nebe, ‘otorîte çi bêje ew rast e’ heye. Dewleta mêrî, bi awayekî bang li »ergala nirxî ya herî jêr a civakê dike. Dibêje, ‘Bila tiştek nebe, em wisa bidomînin, namûs ev e’ û vê bi argumanên olî dike.” 'EM Ê QADÊN XWE YÎ TÊKOŞÎNÊ BERFIREH BIKIN’ Yilmaz anî ziman ku, li dijî van polîtîkayênd ewletê di serî jin divê ji her derdora civakê liberxwedayîn xwe bide der û hewcetiya têkoşînê wiha diyar kir: “Çimkî, heke em vê liberxwedayînê nîşan nedin û xelekê berfireh nekin, wê encamên wê ji bo jinan şikestinekê bi xwe re bîne. Wê serdestiya mêr zêde bike, wê jin nikaribe li kuçeyan bi rihetî tevbigere, yanî rewşeke sînorkirina hemû jinan li holê heye. Wê tişta ku tacizkar dike li balê bimîne.” Yilmaz herî dawî diyar kir ku, divê dewlet dest nede destkeftiyên jinan û got, ew ê li dijî van polîtîkayan qadên xwe yî têkoşînê berfireh bikin.