Ev bazar ji jinan tê pirsîn 2017-02-11 09:33:30 AMED - Bazara semtê ya guhêzbar ku nêzî 2 sala ye li Rezanê hatiye çêkirin, bi temamî ji aliyê jinan vê tê birêvebirin. Li vê bazarê firoşkar jî, kirîger jî ji halê xwe kêfxweş in. Bazara semtê ya guhêzbar ku di bin banê Şaredariya Rezanê hat avakirin, ev 2 sal e çavkaniya debara jina ye. Bazar, ji bo jinên rastî şidetê hatine, rewşa wan a aborî nebaş e û dixwazin bixebitin qada îstihdamê ye. Li bazara ku 83 dezgeh hene zebze, fêkî, cilûberg, hêkên gundan, masî, goştê mirşkan û ser û pê lê tên firotin. Li bazara ku zêdeyî 100 jin lê dixebitin, heftê 6 rojan li taxên cuda yên navçeyê tê vekirin. Jinên ku sibehê saet di 07.00'an de dezgehên xwe vedikin, li gel sar û seqemiya zivistanê jî heta saet 19.00'an li ber dezgehê xwe ne. Li gel vê, komîsyoneke bazarê ya ji 6 kesan pêk tê jî heye. Ev komîsyon hem piştevaniya jinan dike hem jî pirgirêkên wan çareser dike. ‘EM KÊFXWEŞ IN' Dayika 4 zarokan Şadiye Kelekçier (55), sal û nîveke li bazara semtê ya jinan dixebite û anî ziman ku, ew ji bo debara xwe li vir dixebite. Kelekçier, got ew ji ber betaliyê ji neçarî dets bi xebatê kriiye û anî ziman ku, tu şerm û fediya xebatê tune ye. Kelekçier, diyar kir ku li semtên guhêzbar piranî mêr hene û dest nîşan kir ku, li ser daxwaza wan abzara semtê ya jinê hatiye çêkirin. Kelekçier, anî ziman ku ji roja bazar hatiye çêkirin heta niha ew kêfxweş in û diyar kir ku, ew berê kebanî bû û wiha behsa zor û zehmetiyên rastî wan hatiye kir: "Dema li malê bûm, debar zehmet bû. Ji dêvla her roj em û hevjînê xwe şer bikin, min xwest karekî min hebe. Ji ber vê min serî li şaredariyê da. Û bûm xwediyê karê xwe. Niha ez debara malê dikim." ‘XEBATA BI JINAN RE XWEŞ E' Kelekçier, ragihand ku ew hefteyê 300 TL'yî qezenc dike û got, zebzeyên mala xwe jî ji bazarê belaş dibe. Kelekçier, balê kişand ser piştevaniya jinan a li bazarê û got, xebata bi jinan re zaf xweş e. DEMA JIN BÛ XWEDÎ KAR, ROL JÎ GUHERÎN Guler Eker (44) a li bazarê kincan difiroşe jî got, ew 2 sal e bazaraniyê dike û diyar kir ku, wê berê karên malê dikir. Eker, ragihand ku ji ber 3 sal berê hevjînê wê di girtîgehê de bû, wan bi zorê debara xwe dikir û anî ziman ku, ji ber vê wê dest bi akr kiriye. Eker, got li bazarê dem xweş derbas dibe. Eker, anî ziman ku ew li bazarê rojê nêzî 15 heb kinc difiroşe û diyar kir ku, li gel vê ew alîkariya kesên rewşa wan nebaş jî dike. Eker, bang kir ku bila jin muhtacî mêran nebin û tewsiyeya bila jin bibin xwediyê karê xwe li jinan kir. Eker, diyar kir ku piştî wê dest bi kar kiriye û hevjînê wê ji girtîgehê derketiye, êdî hevjînê wê karê malê dike. ‘BI TENA SERÊ XWE DEBARA MALÊ DIKE' Nasihat Ozçelik (51) a fêkiyan diforşe jî got, dema di salên 90'î de gundê wan hatiye şewitandin ew neçar mane koçî navendê bikin û diyar kir ku, ew bi bazarvaniyê debara xwe dike. Ozçelik, da zanîn ku ji ber îşkenceya leşkeran hevjînê wê ketandî ye û ji ber vê ew bi tena serê xwe debara malê dike. Ozçelik, anî ziman ku sibehan bazar zaf sar e, lê belê ji ber karekî din tune ye ew mecbûr in vî karî bikin.