'Em ji qeyûman jî, ji pergala serokatiyê re jî dibêjin 'Na'' 2017-02-12 09:09:01 AMED - Li şaredariyên DBP'î yên qeyûm tayînî wan hat kirin, qeyûman ewil xebatên jinan rawestandin û saziyên jinan qefil kirin. Lê jinên li Navenda Jinê ya Şaredariya Erxeniyê dixebitin, li gel hemû astengî û çewisandinan jî xebatên xwe didomînin. Xebatkarên Navenda Jinê gotin, rawestandina xebatên jinan tê wateya dê şidet zêde bibe û wiha gotin: "Em jin hem ji qeyûman hem jî ji serokdewletiyê re dibêjin 'Na'." Ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ji Îlona 2016'an ve qeyûm tayînî 74 şaredaiyên DBP'î hatin kirin û li gel vê rayeyên gelek şaredariyan jî dewrî qaymeqamtiyên navçeyan hatin kirin. Li şaredariyên qeyûm tayînî wan hatin kirin, karê qeyûman ê ewil rawestandin xebat û girtina saziyên jinan bûn. ‘JIN GUH NADIN TU ASTENGIYAN' Li Şaredariya Erxeniyê ya ji aliyê Walîtiya Amedê ve hemû rayeyên wê dewrî qaymeqamtiya navçeyê hatin kirin, li gel hemû astengiyan jî Navenda Jinê ya girêdayî Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan xebatên xwe yên têkildarî jinan didomîne û gelek xebatên girîng jî dike. Xebatkarên Navenda Jinê ya Erxeniyê, dest nîşan kirin ku dê polîtîkayên hikûmetê yên jinan hedef digirin nikaribe wan bitepisîne û gotin, li gel hemû astengiyan jî ew ê xebatên xwe bimeşînin. Jinan got, ji ber dê guherandina Qanûna Bingehîn rejîma yekzilamî bi xwe re bîne, ew ê di referandûmê de li dijî vê guherandinê bibêjin "Na". Li Navenda Jinê ya Erxeniyê, li gel hemû astengiyan jî 4 jin dixebitin. Di demên dawî de bi Biryanameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) Gerînendeya Polîtîkayên Jinan û civaknasa Navenda Jinê hatin îxrackirin. Hevşaredara Şaredariya Erxeniyê Aygun Taşkin jî ev nêzî salekê ye girtî ye. Xebatkara Navenda Jinê ya Erxeniyê Fatma Tunç, diyar kir ku ew 4 jin li navçeyê ji bo jinan xebatan dimeşînin û anî ziman ku, ji bo ew civaknasiya Erxeniyê bi daneyan derxînin holê, gelek xebatên anketan kirin. Tunç wiha behsa xebatên kirine kir: "Me li 12 tax û gundên girêdayî navenda Erxeniyê, xebata anketên 20 pirsî kir. Di van xebatan derket holê ku, ji ber aboriyeke jinê tune ye rastî şidetê tê. Me hewl da em pêdiviyên jinan bi cih bînin. Me têkildarî îstihdama ji bo jinê xebat kirin û di vî warî de me xwest em wan serwext bikin. Di vê çarçoveyê de me atolyeya hunerên destan vekir." BI KEDA XWE DEBARA XWE DIKIRIN Tunç, got yek ji pêdiviyên sereke yên jinên Erxaniyê îstihdam e û diyar kir ku, piştî di meha Kanûnê de hemû rayeyên şaredariyê dewrî qaymeqamtiyê hatine kirin, piraniya xebatan hatiye rawestandin. Tunç wiha axivî: "Li atolyeyê me hildiberand. Me tiştên hildiberand li parka îstasyonê ew difirotin û îstihdama wan dikir. Li vir jinan bi tiştên difirotin debara xwe dikirin. Piştî raye dewrî qaymeqamtiyê hatin kirin, atolyeya me hat girtin. Lê me dev ji xebatên xwe berneda û niha em têkildarî esnafên jin hin xebatam dikin." ‘QEYÛM BI JINÊ RE CIVAKÊ HEDEF DIGIRE' Tunç, got qeyûmên hatine tayînkirin pêşî xebatên jinan radiwestînin û wiha axivî: "Jin pêşengên civakê ne. Hêza wan a guherîn û veguherîna civakê heye. Niha pêvajoyeke qeyûma fiîlî heye. Heke qeyûm bi temamî bê tayînkirin em ê bi awayekî serbixwe xebatên xwe bimeşînin. Di vî warî de em zaf bi biryar in." ‘BAWER DIKIM DÊ NA DERKEVE' Tunç, anî ziman ku ew ê di referandûmê de bibêjin 'Na' û wiha domand: "Ez ê di referandûmê de dengê 'Na' bi kar bînim. Ji bo vê gelek sedemên min hene. Bawer dikim dê derdoreke zêde bibêje 'Na'. Li civakê şikestin, dilmayîn zêde çêbû. Ji bo dawî li vê aloziyê bê bawer dikim dê 'Na' derkeve. Em ê mal bi mal bigerin û birêxistin bikin. Em ji bo 'Na'yê bang li hemû jinan dikin." ‘POLÎTÎKAYÊN HIKÛMETÊ YÊN JINAN HEDEF DIGIRIN NIKARIN ME BITEPISÎNIN' Xebatkara Navenda Jinê Şehnaz Kaymak, got ew çar sal e xebatên jinan dike û bi bîr xist ku, piştî rayeyên hevşaredaran dewrî qaymeqamtiyê hatine kirin Gerînendeya Polîtîkayên JInan Neval Kayacan û civaknasa Navenda Jinê Tulay Bingol ji peywirê hatine îxrackirin. Kaynak wiha axivî: "Polîtîkayên hikûmetê yên jinan hedef digirin nikarin me bitepisînin, em xebatên xwe didomînin. Hevşaredara me girtî ye. Heke qeyûm bê tayînkirin û em bên îxrackirin jî em ê xebatên xwe bidomînin." Kaynak, têkildarî guherandina Qanûna Bingehîn û referandûmê jî wiha got: "Bêyî her tişt bi dernegî bikeve, divê hemû gel li ber xwe bidin. Em ê ji rejîma yekzilamî re bibêjin Na. Me ji qeyûman re jî got na, em ê di referandûmê de jî bibêjin 'Na'. EM hêvî dikin ku gelên Tirkiyeyê bi vê hestiyariyê nêz bibe."