Jinên kurd yekîtiya neteweyî nîqaş dikin 2017-02-12 11:57:03 AMED - Jinên kurd ên di çarçoveya hewldana komkirina Kongreya Neteweyî ya Kurd de li Amedê kom bûn, komxebatek li dar xistin. Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca ya di komxebatê de axivî wiha got: "Sedsalekî din a kurd winda bikin nîne. Jinên kurd pêşengên vî kongreyê ne." Jinên kurd ên di çarçoveya hewldana komkirina Kongreya Neteweyî ya Kurd de bi beşdariya gelek saziyên jinan li Amedê kom bûn, Komxebata Jinên Kurd li dar xistin. Komxebat li avaya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hat lidarxistin û Parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Aycan Îrmez, KCD, Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA, Kome Diyalogê ya Dîcle Firatê, tevgera Azadî, Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD), Jinên Êzidî, nûnerên HDP û DBP'ê yên jin beşdar bûn. Li salonê dowîzên "Bi rêbertiya jinên kurd ber bi netewa kurd ve”, “Bê yekîtî azadî nabe”, “Yekîtiya jinên kurd yekîtiya kurd e” ile “Jin jiyan azadî” hatin daliqandin. 'SEDSALEKÎ DIN A BÊ WINDAKIRIN TUNEYE' Beriya komxebatê parlamentera HDP'ê Uca axivî û diyar kir ku ji bo yekîtiya gelê kurd peywireke mezin dikeve li ser milên jinên kurd û di vî pêvajoya dîrokî de hêzên desthilatdar dixwazin gelê kurd parçe bibin. Uca anî ziman ku siyaseta gelê kurd tê abtengkirin û wiha berdewam kir: "Ji bo ku gelê kurd pirsgirêkê xwe bixwe çareser bike ji bo yekîtiyê roj îro ye. Sedsalekî din a em winda bikin nîne. Dayik û jinên kurd 40 sal in pêşengiyê dikin. Li Rojhilata Navîn û cihanê hemû kes qala jinên kurd dikin. Têkoşîna jinên kurd û berxwedana wan li Cizîr û Nisêbînê ji ruhê Newrozên salên 90'an tê. Ji ber vê yekê jinên kurd weke pêşengên gelek kongreyan in. Dewletên Ewropayê berê xwe didin Kurdistanê û tecrubeyên rêxistinbûnê dixwazin ji têkoşîna jinên kurd hîn bibin." 'BANGAWAZIYA OCALAN A JI BO KONGREYÊ GIRÎNG E' Uca di 15'ê Sibata 1999'an de radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê şermezar kir û bal kişand hewldanên wî yên ji bo komkirina Kongreya Neteweyî ya Kurd. Uca wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan her tim ji bo yekîtiyê bangawazî dikir. Li ser bangawaziyên Birêz Ocalan gelek konferansên dîrokî hatin lidarxistin. Kongeransên ku hatin lidarxistin ji bo yekîtiya kurdan kombûne Kongreya Neteweyî ya Kurd amadekarî ye. Li Amedê gelek jin beşdarî kongeransa hat lidarxistin bûn. Vê jî tecrubeyên jinên kurd nîşan da. divê hewldana Birêz Ocalan a jibo yekîtiya kurdan neyê jibîrkirin." Uca ya ku nirxandina "Bêyî jin tu şoreş nabe" kir wiha axivî: "Kongreya yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê qasî nan û avê pêwîst e. Em weke jinên kurd çi bikeve li ser milê me em ê bikin. Ev komxebat ji bo xwe gihandina hemû jinan gavek e." Piştî axaftina Uca komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Piştî komxebatê dê encamname bê parvekirin.