'Me got dê jin hevdu guhdar bikin û derketin rê!' 2017-02-13 09:04:27 ÎZMÎR- Jinên endamên Malên Gel ên piştî ku dîroka referandûma guhertina qanûnê bingehîn diyar bû dest bi kampanyaya "Na" kirin û dê tax bi tax, kolan bi kolan bigerin. Referandûma guhertina qanûna bingehîn dê di 16'ê Nîsanê de pêk bê. Li Îzmîrê xebatên referandûmê dest pê kir û didome. Jinên ku endamên Halkevî ne yên li dijî sîstema serokdewletiyê ya tîpa tirk in, li dijî dîktatoriyê ne dibêjin "Na" li Îzmîrê starta xebatên xwe dan. 'EM Ê BI STRANAN VE 'NA'YÊ VEBÊJIN' Endama Halkevlerî Evrîm Çakir diyar kir ku dê jin ji bo "Na"yekî xurt têbikoşin û her roj tax bi tax, kolan bi kolan "Na"yê vebêjin û li her derê dê "Meclîsên Na" ava bikin. Çakir anî ziman ku ew ê di nava xebatekî xurt de bin û wiha berdewam kir: "Heta îro me çiqas dost kom kir, çiqas deriyê cîranan de, ji çend esnafan re got quwet be niha dîsa em diçin ber deriyan. em dixwazin cîranên ku em kolanên xwe bi hevre paqij dikin, zarokên xwe emanetî wan dikin, xwê dixwazin, ji dirûnkerê ku em şal dê didin dirûtin, ji firina ku her roj nan dikirin, di dema 10 deqîqeyên ku em porê xwe jê dikin kuaforê ku jiyana xwe bi me re parve dike, bazarvanên ku her hefte em tiştan dikirin dixwazin me guhdar bikin." 'ÇIMA QUHERTINA QANÛNA BINGEHÎN JI GEL RE NAVÊ VEGOTIN' Çakar da zanîn ku li televîzyonan, radyoyan ji wezîran heta parlamenteran, futbolvanan derdikevin û ji bo kampanyaya "Ji bo welatê min ji bo Tirkiyeyekî xurt ez dibêjim na" propagandayê dikin lê di 18 madeyên qanûna bingehîn ên tên guhertin çi ne venabêjin û pirsa "Ger ku wekî ew dibêjin dê baş be çima ji xaltîka Ayşe ya li kolanê ditirsin, vedişêrin" kir. Çakir diyar kir ku Erdogan dixwaze 17 salên di jî welat bi rêve bibe ji bilî wî dengek dernekeve, kesek biryarê nere, qanûnê dernexîne, ji bo pirsek neyê kirin sîstema serokdewletiyê dixwaze. 'JIN JINÊ GUHDAR DIKE' Çakar destnîşan kir ku weke jin li hemberî vê yekê derdikevin û wiha axivî: "Ji ber vê yekê me gote jin dê jinê guhdar bike, dest bi dest, me hincetên wan ên ku veşartine dest bi vegotinê kir." Çakir got ku ji ber vê yekê jî li kolana xwe dest pê kirine ewil çûne mala cîranên xwe piştre çûne malên din kom bûne heta niha kî naskirine lîste derxistine, bi meclîsên ku ava kirine ten cem hev. Çakir ku ew ê deriyê ku neçûne nehêlin û biçin hemû kesan, qanî bikin. Çakir diyar kir ku li gelek deverên Tirkiyeyê jinan kampanyayên "Na" dane destpêkirin û dê "Na" bibe erefe ya serkeftina jinan û dê bersiva "Na" bidin kesên ku xeyala dîktatoriyê dikin.