Yuksekdag: Ji înata zilmê re 'Na' 2017-02-14 14:22:15 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag, ji Meclîsa Jinan a HDP'ê re peyam şand û diyar kir ku ew ji înada zilma ku li wan hatiye kirin, şerê li ser wan hatiye meşandin û dijminantiya jinê re dê mohrê li "Na" bixin. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag a girtî ye, ji Meclîsa Jinê ya HDP'ê re peyam şand. Yuksekdag, di peyamê de diyar kir ku ew dê di referandumê de bêjin "Na". Yuksekdag di peyamê de jin slav kir û wiha sedemên "Na' rêz kir: "Ji we hemû jinên berxwedêr re slav. Ez yekîtîya we, coşa we, keda we ya mezin û vîna we ya "Na" bêyî cudahiyê têxin nav, we hemûyan silav dikim. Ez bawer dikim ku jinên dibêjin "Na" dê ruh û jiyanê bide civak û siyasetê." 'DIXWAZIN EM JI ŞER RE BÊJIN ERÊ' Yuksekdag, anî ziman ku îktîdara ji bo yekperestî, otorîter, yek zilam, yek partî û rejîma şer, zorêli civakê û gel dike ku bêjin "Erê" wiha got: "Îktîdar ji gelê me dixwaze ku ji şer, xizanî, sirgûn û mirinê re bêje 'Erê'. Dixwaze ji tundiya li ser jinê û zilmê re bêje 'Erê' Dixwaze ji betalî û nexwendinê re bêje 'Erê' Em li dijî hemû van yekan dibêjin 'Na'. Kesên îro vê wêrekî û baweriya 'Na' di xwe de bibînin dê siberoja xwe bi xwe diyar bikin. Gelek caran serkeftin bi "Na" dest pê dike. Herî zêde jin vê yekê zanin. Ger ku jinên ji bê edaletî, tundî, mirin, zilma zilam re negotibana 'Na' dê îro her tişt mîna dojehê bûya. Jinên ku ji jiyana wekî dojehê re goti 'Na' îro bûne wekî meşaleyê û pêşî ronî dikin." JIN DÊ BÊJIN 'NA' Û DÎROKÊ BIGURÎNIN Yuksekdag, anî ziman ku di dîroke de her dem jinan pêşengiya guhertina civakê, rewşenbirî, şoreşê kiriye û wiha got: "Xwestin jin ji her tiştî re bêjin 'Erê' Gelek caran di nava erêkirinên bêdeng de "Na' ya bi deng dîrok guhert. Îro jî jin dê ji vê rêvecûna xerab re bêjin 'Na' Jinên ku dibêjin "Na" û xwebaweriya wan zêde dibe dê her tiştî biguherînin. Dê îktîdara ku bi sultaya Yek Zilamî dixwazin her tiştî têxin kontrola xwe biguherînin û hesabê wan xera bikin. " Yuksekdag, herî dawî anî ziman ku referandum di nava şert û mercên wekhev de pêk nayê û wiha got: "Her tiştî bi zorê dikin û krasekî li vê zorê dikin. Zext neheqî zêde dibin. Em dê di nava van şert û mercan de xebatê bimeşînin û bêjin 'Na'. Gotina 'Na' mafê me yê rewa û heqê me yê. Em dê vî mafê xwe yê rewa li her derê biparêzin û mafê xwe bi dest bixin. Yên heq her dem dê bi ser bikevin. Em dê hem heqê xwe û hem baweriya xwe di qada jiyanê de û di qada siyasetê de bi dest bixin. Em wekî jinên HDP'î û HDK’ê bi zanebûn û bawerî têbikoşin. Em ji bîr nekin hemû destkeftî bi bedelên giran hatin qezençkirin. Ji niha û şûnde jî em hem destkeftiyên xwe biparêzin û hem ji nûve bi dest bixin em têkoşîna xwe mezin bikin. Ji înada zilm, şer û tundiya zilam a li ser me dimeşîne re "Na" Em dê bi vê înatê mohra "Na" lê bixin. Dem dema ku jinên Tirkiye mohra "Na" lê bixin e."