Li Amedê jinek bi çekê hat birîndarkirin 2016-11-22 13:30:08 AMED -Li Amedê jinek dema ku li kolanê dimeşiya ji ber gulebaran ji wesayîtekî sivîl bi giranî hat birîndarkirin. Li taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê jineke li kolanê dimeşiya ji wesayîtekî sivîl hat gulebarankirin. Ji ber gulebarana dest pêkê jin kete erdê û li ser vê yekê êrîşkaran 4 caran gule berdan. Hate hînbûn ku jin bi awayekî giran hatiye birîndarkirin. Gelek polîs û tîmên taybet sewqî cihê bûyerê hatinkirin. Hate hînbûn ku zarokê bi navê Îbrahîm ê ku wêneyê jinê kişandiye ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.