35 roj şûnde ferq kirin ku Aslihan hatiye kuştin 2017-02-16 12:21:17 WAN - Li Gundê Heretûn ê Elbaka Wanê Aslihan Ertaş 19 salan li pêş çavê gundiyan rastî tundî û zextên hevserê xwe Mehmet Zekî Torun hat û hat kuştin. 35 roj şûnde hat ferqkirin ku Aslihan Ertaş hatiye kuştin. Li gundê Herêtûnê ya navçeya Eblaka Wanê Aslihan Ertaş (37) 19 barê bi mara mele bi Mehmet Zeki Torun (46) re hat zewicandin. Hevjîn Torun piştî 19 salan li pêş çavê welatiyan zext û tundî li ser Aslihan Ertaş meşand herî dawî di 13'ê Çile de Ertaş kuşt. Bersûc Torun piştî bûyerê li mala xwe hat binçavkirin û hat girtin. Aslihan Ertaş ku wekî sedan jinên li Tirkiye piştî mehan û salan çîroka kuştina wan tê nivîsandin 35 roj şûnde derket holê ku ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin. 35 roş şûnde hat hînbûn ku Aslihan Ertaş ji aliyê Torun ve hatiye kuştin. Xwişka Aslihan Ertaş Hikmet Ertaş, diyar kir ku xwişka wî bi tenê hatibû hiştin û wiha got: "Xwişka min 19 salan rastî tundî û zextên hevserê xwe yê bi mara mele Torun hat." Hîkmet Ertaş, anî ziman ku xwişka wî ji tersan zêde dengê xwe nekir û wiha axivî: “Em 6 xwişk û bira bûn. Xwişka min 19 sal berê xwişka min xapand û bir gundê xwe. Berê zewicîbû. Xwişka min bir ser hewiyê û bi mara mele zewicî. Wekî koleyan ew da xebitandin. Dayik û bavê min nexweş bûn. Me jî nekarîbû xwişka xwe ji destê wî xelas bikin. XWIŞKA MIN BI DÎREK VE GIRÊDA Û KÛÇIK BERDAN WÊ Ertaş, anî ziman ku ji roja xwişka wê zewicî heta dawî her dem rastî zext û îşkenceya hevserê xwe dihat û wiha berdewam kir: “Zarokê xwişka min çênebun. Hevserê wê her roj zext û îşkence li wê û zarokên hewiya wê dikir. Ji ber zêde text li ser wê dikir êdi bertek nîşan nedida. Demekê kaçaxvaniya çekan dikir. Bi salan karê giran bi xwişka min kir. Kevir bi wê dan kişandin. Ez qet ji bîr nakim çend sal berê xwişka min bi dîrekê nava gund ve girê da û kuçik berdan wê. Heri dawî ez sala par çûm gund û min xwest xwişka xwe bînim malê. Zilam gef li min xwar û got 'Ez dê xwişka te bikujim û zilamtiya xwe nişanî te bidim' û gef li min xwar. Min bi tenê nekarîbû xwişka xwe ji destê wî xelas bikim." Ertaş, anî ziman ku bi salan xwişka wî li ber çavê keya û welatiyên gund rastî tundiya Torun hat û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Hin hevalên zilamê qatil di medyaya civakî de wêneyê wî parve kirin û gotin "Ev zilam e" kujer pîroz kirin. Şeva ku xwişka min kuşt li min geriya û pere ji min xwest. Got 'Xwişka te nexweş e ez dê bibim doktor' Hem xwişka min kuşt û hem jî pere xwest. Malbata zilam jî li cenaze xwedi derneket. Min cenaze di otopsiyê de dît serê wê eciqandibû û kuştibû. Ne dozger û ne jî cendirmeyan agahî neda me. Dema ez çûm nexweşxaneyê ez fêrî her tiştî bûm. Dozger belgeya ku min cenaze girtiye da min û ez şandim. Ertaş, anî ziman ku li herêmê bi dehan jin hatine kuştin û der barê wan de tiştek nehatiye nivîsandin û wiha got: "Ez li medya Tirkiye dinerim kûçikekî ji bîrekê derdixin û bi rojan xebera wî çêdikin. An jî dema li Tirkiye êrîşî jinekê bikin bertek nîşan didin. Ma gelo xwişka min jî ne jin bû? Têkildarî kuştina wê nûçeyek jî derbas nekir. Kesê negot çima ev jin. Divê zilam bê darizandin û cezakirin." Nîmet Olmez - dihaber