Karkerên Somayê: Em ê hesabê 301 karkeran bipirsin 2017-02-18 09:08:11 MANÎSA - Li Soma ya 301 karker bûn qurbanê cinayeta kar, ji bo baştirîn şert û mercên xebatê û ewlehiya kar, karkeran got ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Karkeran got, di 15 salên îktîdara AKP'ê de her tim mirin bûye para karkeran û wiha axivîn: "Bi 'Na', em ê bêjin em jî hene. Ji bo rawestandina cinayetên kar û hesabpirsîna 301 karkerî û ji bo rûmeta xwe em ê bibêjin 'Na'." Xebatkarên li madenên Somayê dixebitin daxuyandin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Karkeran got, li Somayê bi salan partiya îktîdarê bi destê patronan keda wan bin pê kiriye û anîn ziman ku, ji bo ew di madenan de bixebitin divê endamê teşkîlata AKP'ya Somayê bin, kesên ne endamên AKP'ê bin li Somayê mafê wan ê jiyanê tune ye. ‘EM JI KESÊN VÊ JIYANÊ LI ME REWA DIKIN DIBÊJIN 'NA'' Karkerê madenê Ali Sogut yek ji wan karkeran e ku piştî komkujiyê ji kar hatiye derxistin û got ew ê ji kesên vê jiyanê li wan rewa dikin bibêjin "Na". Sogut, diyar kir ku ji bo îadekirina kar wî doz vekiriye û doza wî hîn didome û anî ziman ku, piştî komkujiyê 2 hezar û 831 karker ji kar hatine derxistin. Sogut ê got, "Li hêlekê me qetil dikin, li hêla din me mehkûmî birçîbûnê dikin" diyar kir ku ew ê di hilbijartinên referandûmê de dengê "Na"yê bi kar bînin. ‘LI SOMAYÊ ÇEWSANDINEKE ZÊDE YA KAR HEYE' Sogut, anî ziman ku li madenên Somayê çewisandineke zêde ya kar heye û wiha axivî: "Li Somayê ji ber wekî din tu çareyeke mirovan tune ye, ji neçarî li madenan dixebitin. Ji ber rêxistinbûyîneke jî tune ye, em li madenên 'fitratên' wan hene li gel hemû rîskan dixebitin." Sogut, diyar kir ku kesên li Somayê mmirinê ji karkeran re rewa dît û gotin, "Di fitrata vî akrî de heye" îro li Somayê ji karkeran doza dengan dikin û wiha domand: "Em ê fitrata mirina ji me re rewa tê dîtin qebûl nekin û em ê di refrandûmê de bibêjin 'Na'." ‘HER KU PATRON DEWLEMEND DIBIN KARKER DIMIRIN' İsmail Çolak ê 25 salan li Somayê di madenê de xebitî û teqawîd bû, got wî di nîveka sala 1980'yî li madenên Somayê dest bi kar kiriye û anî ziman ku wê demê di karên madenê de evqas cinayetên karî nediqewimîn û şert û mercên kar baştir bûn. Çolak, anî ziman ku di dawiya salên 90'î de her ku marja karê ya patronan zêde bû, şert û mercên kar zehmetir û cinayetên karî zêde bûn. Çolak ê got, "Her ku patron dewlemend dibin karker dimirin" da zanîn ku, li holdîngên madenê yên Somayê li ser mirina karkeran dewlemend dibin. ‘JI BO HESABPIRSÎNA 301 MADENVANÎ EM DIBÊJIN 'NA'' Çolak, got li madena ew jê teqawîd bûye kurê wî Ogur Çolak jî dixebitî û anî ziman ku kurê wê 4 salan xebitiye û di facîaya madenê de jiyana xwe ji dest daye. Çolak, diyar kir ku wan serî li riyên huqûqî daye û ev 3 sal e têkoşîna wan didome. Çolak, got piştî komkujiyê wan 3 hilbijartin derbas kiriye û got ev jî ya 4'emîn e. Çolak, diyar kir ku beriya komkujiyê karkerên madenê dengê xwe didan AK Partiyê û diyar kir ku, di 2 hilbijartinên dawî de dengên AK Partiyê kêm bûne. Çolak, diyar kir ku ew ê di referandûmê de bibêje "Na" û wha axivî: "Ji bo jiyaneke însanî, ewlehî û tenduristiya kar, ji bo hesabpirsîna 301 karkerên li Somayê mirin û ji bo careke din karker nemirin ez ê bibêjim 'Na'." ‘BI SALAN BI BIRÇÎBÛNÊ ME TERBIYE KIRIN' Karkerekî din ê ji ber rîska ji kar avêtinê nexwest navê xwe bibêje, diyar kir ku wî bi salan deng daye AK Partiyê, lê belê ev hilbijartin hilbijartineke di ser partiyan re ye. Karker got, bi salan me bi birçîbûnê terbiye kirin û wiha axivî: "Kesên ne endamên AKP'ê bin kar nabînin, ji ber vê em jî ji mecbûrî bûn endam û me deng da. Lê belê, piştî bi dehan hevalên min jiyana xwe ji dest dan, min fêm kir ku fêda tirsê li ecelê tune ye û ji ber vê ez ê di referandûmê de bibêjim 'Na'." ‘JI KESÊN XWÎNA ME DIMÊTIN DENG MEN TUNE YE' Karker got, “Ji kesên xwîna me dimêtin deng meng tune ye" û wiha diyar kir: "AKP bêtir li ser pişta karkeran xwe têr dike û li gor dilê xwe wan dibe û tîne. Bi deh hezaran kesên di dest wan de tiştek tune ye, ji neçarî deng didin AKP'ê, lê belê êdî wexta rûxandina vî dîwarê tirsê hatiye û em di referandûmê de bi gotina 'Na'yê dikarin bi ser bikevin." Sakip Yaşar- dîhaber