Ji mamosteyan re cezayê greve 2017-02-18 11:09:50 EDENE - Li Edeneyê der barê 20 mamosteyan de bi hinceta di 29’ê Kanûnê de tevlî çalakiya greve bûne lêpirsîn hatibû vekirin, cezayê pere liwan hat birîn û mamosteyek jî şandin dibistanek din. KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê di 29’ê Kanûna 2015’an de li tevahiya Tirkiyeyê bi dirûşmeya “Ji şer re na em ê jiyanê biparêzin” çalakiya rojekê dest ji kar berdanê pêkanîbû û piştî salekê wekî ceza li wan zivirî. Bi hinceta greve di Adara 2016’an de ji aliyê Walîtiya Edeneyê ve derbarê 221 endamên Egîtîm Senê de bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kirine”, “heqaret li serokomar û dewletê kirine” lêpirsîn hatibû destpêkirin û piştî salekê lêpirsîna serbarê 21 mamosteyan de bidawî bû. Ji 20 mamosteyan re cezayê pere ku dê ji 30 yekê bibin hat dayîn û Herdem Kose yê li navçeya Karataşê peywirdare şandin navçeya Fekeyê. 'BI FERMANAN CEZA DIDIN’ Serokê Egîtîm Senê Amhet Karagoz bertek nîşanî cezayan da û wiha got: “Em dizanin ku ev dijhiqûqî ne. Çima salek û nîvê ceza nayê dayîn û çima niha ceza didin li holê ye. Ji ber ku em dibînin doz bi tendirûstî nameşin û bi fermanan cezayan didin. Dixwazin bi bi zextan endamên me bitirsînin. Cezayê birîna meaşan a dabûn endamên me yên li Stenbol û Îzmîrê ji aliyê Dadgeha Îdarî ve wekî “çalakiya skandal” hatibû nirxandin û ceza paşde hatibû kişandin. Bingeha hiqûqî ya ceza bi biryara dadgehê ji holê radibe. Xuya dibe ku ceza bi fermana AKP’ê tên dayîn. Em dixwazin ev ceza paşde bên kişandin. Ger ev neye kirin em ê heta dawiyê şopdarê dozên derbarê hevalên me de hatine vekirin bin. Wekî ya Stenbol û Îzmîrê dê nîşan bidin ku doz emsalin û hêvîdarin dê hevalên me mafê xwe bigirin.” Karagoz bi lêv kir ku Herdem Kose ku cihê peywira wî hatiye guhertin, dema par diçû navçeya Karataşê qezaya trafîkê derbas kir, hêjî pirsgirêkên tendirûstiyê dijî û ew “sirgûnan” şermezar dikin.