Sendîkaya ku Diyanetê fermana 'biqedînin' da bi KHK'an ve hate tunekirin 2017-02-20 09:12:53 ENQERE - Sendîkaya Kedkarên Weqf û Diyanetê ya girêdayî KESK'ê bi KHK ên ku di çarçoveya OHAL'ê de hatin derxistin ve hejmara endamên wî ji 850'an daxistin 65'an û anîn merhaleta tunekirinê. Serokê Sendîkayê Şukru Akilçagi nirxandina "Diyanetê li herêmê di civînên Miftiyên Bajar ên ku li dar xist ve fermana 'DÎVES'ê biqedînin' daye" kir. Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) ên ku piştî îlankirana OHAL'ê ya di encama hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê de hatin derxistin Sendîkaşa Kedkarên Weqf û Diyanetê (DÎVES) a girdêdayê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ve anîn merhaleya tunekirinê. DÎVES a ku beriya hewldana darbeyê 850 endamên wî hebûn bi KHK'an ve 156 endamên wî hatin îxrackirin, 629 endamên wî jî bi gefa ji kar avêtinê ve dan îstifakirin. Endamên DÎVES'ê ji 850'an daket 65 kesan. Serokê Giştî yê DÎVES'ê Şukru Akilçagi li hemberî pêkûtiyên li ser sendîkayê nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Îslam a ku em vedibêjin rêgezên bingehîn ên îslamê ne. Lê îxtidar rêgezên bingehîn ên îslamê ji bo xwe muxalîf dibîne." 'JI BO ÎXTIDAR NAXWAZIN EM Ê RÊGEZÊN QURANÊ NETERIKÎNIN' Akilçagi diyar kir ku DÎVES ji sendîkayên din ên girêdayî Serokatiya Karên Diyanetê cudatir e û wiha berdewam kir: "Em ol bi awayekî rast vedibêjin. Ji ber ku em rêgezên bingehîn ên îslamê vedibêjin îxtidar em kirine hedef. Îro ji bo ku îxtidara siyasî naxwaze em ê rêgezên gerdûnî yê Quranê neterikînin." ‘DİVES’E SALDIRACAKLARINA KENDİLERİNE ÇEKİ DÜZEN VERSİNLER’ Akilçagi da zanîn ku ol û olperestî, îslam û îslamperestî tevlihev tên kirin û wiha berdewam kir: "Dema ku em rêgezên bingehîn ên ola îslamê vedibêjin îxtidar difikire ku em li dijî wan muxalefetê dikin. Ji ber ku fermanên wekî dizî nekirin, nekuştin, zilmnekirin, neheqî nekirinê bi cih naynin tiştên ku em vedibêjin wan teşhîr dike. Lê li şûna vî divê xwe sererast biki. Li şûna êrîşî DÎVES'ê dikin bila xwe sererast bikin." 'EW FERMAN DIYANETÊ DA' Akilçagi diyar kir ku Serokatiya Karên Diyanetê li herêmê civînên Miftiyên Bajaran li dar xistiye û li vir fermana "DÎVES'ê biqedînin" daye û ev ferman bi KHK'an ve hatiye bicihanîn. Akilçagi ev agahî da: "Mufetişên ku li dijî endamên me hatine peywirdarkirin di lêpirsînan de xwe dikin şûna dadgeran. Pirsa çima bûne endamên DÎVES'ê ji endamên me dikin. Heta pirsên wekî 'Gelo tu dizanî DÎVES girêdayî KESK'ê ye' hatiye kirin. Hejmara endamên me ji 850'an xistina 65'an nîşan dide ku ferman bi cih hatiye. Ango endamtiya DÎVES'ê sûc tê dîtin." 'SEROKATIYA DIYANETÊ RE BI ME RE HEVDÎTİNÊ PEK NAYNE' Akilçagi destnîşan kir ku li hemberî endamên wan pêkanînên nehiqûqî heye û têkîldarî bûyerên qewimîne xwestine bi Serokatiya Karên Diyanetê re hevdîtinê pêk bînin lê Serokatiya Diyanetê nexwestiye bi wan re hevdîtinê pêk bîne û bersiv nedaye.