Gurkan: 'Erê' dê ji patronan re bihiştê ji karkeran re dojehê ava bike 2017-02-22 16:24:46 EDENE - Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, di çarçoveya xebatên referandumê de bi nûnerên sendîka û karkerên hatin îxrackirin re hat cem hev. Gurkan, diyar kir ku di referandumê de ger “Ere" derkeve îktîdar dê ji patronan re bihiştê û ji karkeran re dojehê ava bike. Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) li gel rêxistina EMEP'ê ya Edeneyê li Nûnertiya DÎSK'ê ya herêmê, di çarçoveya xebatên referandumê de bi nûnerên sendîkayên karkeran re hat cem hev. Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan diyar kir ku di serdema îktîdara AK Partiyê de cînayetên kar zêde bûn û wiha got: "Di referandumê de ger “Ere" derkeve îktîdar dê ji patronan re bihiştê û ji karkeran re dojehê ava bike. Gurkan, anî ziman ku pêdivî bi qanûna demokratîk û civakî heye û ev qanûn pirsgirêkên civakê û karkeran çareser nake.