KESK di kanûnê de derdikeve qadan 2016-11-23 14:42:06 ENQERE - Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose diyar kir ku li dijî pêkanînên OHAL û KHK'ê di meha kanûnê de derdikevin qadan û dest bi çalakiyan dikin. Kose, anî ziman ku dê li Mêrsîn, Samsun, Wan, Stenbol û Îzmirê mîtîngên “Em teslîmî îxrac, dûrxistin, sirgûn û cezayê we nabin" pêk bînin. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), bi armanca li dijî pêkanînên OHAL û KHK'ê dê çalakî û pîtîngan pêk bîninû daxwazên xwe bînin ziman. KESK'ê bernameya mîtîng û çalakiyan bi raya giştî re parve kir. KESK'ê li Navenda Giştî Konfederasyonê bi hevparên sendîkayê re civîna çapemeniyê pêk anî. Li ser navê sendîkayan Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose, bal kişand ser 2 biryarên KHK'ê yên duh hatin weşandin û wiha got: Piştî Sekretera Jinê ya KESK'ê Gulistan Atasoy û Endama MYK'ê ya SES'ê Fikret Çalagan Serokê Giştî yê BES'ê Fikret Aslan jî hatin îxrackirin. Kose, anî ziman ku Endamê Şaxa SES'ê ya Mêrdînê Deniz Araç bi hinceta beşdarî daxuyaniya 10'ê Cotmehê bû ji kar hat avêtin û li gel wê biryarê bi xala 675'an a KHK'ê dîsa îxrac bû. Koze, destnîşan kir ku bi biryara KHK'ê ya xala 677'an herî dawî dîsa ji kar hat avêtin û heta niha 3 caran li ser hev ji kar hat dûrxistin. Kose, da zanîn ku ew dê li dijî dûrxistinên kar, girtin, binçavkirin û sirgûnan dê dest bi çalakiyan bikin. Bernameya KESK’ê ya Kanûnê wiha ye: * Di 8'ê Kanunê de di 12'emîn Salvegera demezirandina KESK'ê de dê li Salona Sporê ya Ahmet Taner Kişlali "Şahiya Piştevaniyê" pêk bîne. * Di 10-11'ê Kanûnê de li Mêrsîn, Samsûn, Wan, Îstanbul û Îzmirê dê mîtînga bi navê “Maf, berî OHAL û KHK’ê tên. “Em teslîmî îxrac, dûrxistin, sirgûn û cezayê we nabin" pêk bînin. * Di 20'ê kanûnê de li Stenbolê bi şîara “Ez kar, ked û nanê xwe paşve dixwazin" kom bibin û ji Stenbolê heta Enqereyê meşê pêk bîne û li navenda Enqereyê çalakî pêk bînin. * Di 15'ê Kanûnê de dê li dijî butçeya 2017'an di hemû bajaran daxuyaniyê bidin çapemeniyê.