Jinên kedkar ên hatine îxrackirin di 8’ê Adarê de li qadan in 2017-03-04 10:17:33 ENQERE - Jinên bi KHK'ê hatine îxrackirin, diyar kirin ku ew ê bi dirûşmeya “Em karê xwe dixwazin” di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de dakevin qadan. Jinên kedkar ên bi KHK’yan hatine îxraçkirin, diyar kirin ku ew ê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li dijî zîhniyeta baviksalarî serî netewînin û bi hemû rengên xwe li qadan bin. Endama Sendîkaya Kedarên Buroyê (BES) Denîz Akil, da zanîn ku ew bi KHK’a 679’ê ji Saziya Ewlehiya Civakî hatiye îxrackirin û wiha got: “Piştî hatim îxrackirin min bi hêztir têkoşîna jinê hembêz kir. Em têkoşîna li dijî bêmafiyê bi jinan re didin meşandin. Em bi piştevaniyê bihêz li dijî pêvajoya tê jiyîn disekinin. Em dizanin dê pêvajo bi dawî bibe, kesên ku em bêkar hiştine dê di dîrokê de bi şerma xwe bên nivîsin û dê têkoşîn û piştevaniya me ji pêşerojê re bibe hêvî.” 'JIN DÊ DI REFERANDUMÊ DE TARÎYÊ RONÎ BIKIN' Akil, anî ziman ku AK Partî dixwazae kedkarên civakê bi birsîbûnê terbiye bike û wiha pêde çû: “Em ê wekî kedkar sekna xwe ya li pişt aştiya bi rûmet bidomînin. Dê div ê referandumê de jin û kedkar tarîtiyê veguherînin ronahiyê. Jin dê di referandumê de qerta sor nîşanî AKP’ê bide. Ez bang li hemû jinan dikim k udi 8’ê Adarê de li qadan bin û di aştiyê de israr bikin.” 'DEMA DU JIN BÊN GEL HEV HÊVÎ HEYE’ Endama Egîtîm Senê Canan Çalagan ku ev 22 sala mamostetiyê dike û hat îxraçkirin bi lêv kir ku ew di nava şertê xebat û zîhniyeta baviksalarî de têkoşînê didin û wiha domand: “Tiştên em niha dijîn hem li Tirkiye hem li Cîhanê bi zîhniyeta baviksalarî tê meşandin. Zîhniyeta baviksalarî îtaetkirin û fikirîna heman rengî ferz dike. Li dijî vê nêzîkatiya îktîdarê jinan helwesta xwe vekirî nîşandan. Ji bo me jinan her roj 8’ê Adarê ye. Li her cihê k udu jin bên cem hev hêvî heye. Ez bang li hemû jinan dikin k udi 8’ê Adarê de li qadan bin.” 'KEVNEŞOPIYA TÊKOŞÎNA ME DIDOME’ Endama Sendîkaya Kedkaran (SES) Hîlal Korkmaz ku ji sala 1992’yan we re di Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê de dixebite bi KHK’a 675’an hat îxrackirin. Korkmaz, ku hêjî hinceta îxrackirina xwe nizane da xuyakirin ku ji roja sendika hatiye avakirin heta niha di nava xebatan de ye û wiha got: “Em hemû têkiliyên bi sendîkayê re didomînin. Feraset û kevneşopiya têkoşîna me berdewam dike. Me li dijî hikûmetê serî netewand û em ê têkoşîna jinan li her qadê bilindtir bikin. Em her roj bi dirûşmeya 8’ê Adarê derdikevin rê. Lê ji bo vê hefteyê piştevaniya jinan bihêztir bikin û ji bo planên me xistine pêşiya xwe pêk bînin em hedef dikin dengê xwe bilindtir bikin. Em ê wekî jinên kedkarên civakê bên rojevê. Dê têkoşîna azadiya jinan mezin bibe.” ‘EM Ê BIHÊZ BÊJIN NA’ Sekretara Jinê yaKESK’ê Gulîstan Atasoy ku hatiye îxrackirin jî wiha axivî: “Jin ji bo ewlehiya kar, mal û pêşerojê dê di 8’ê Adarê de derkevin qadan, bi dirûşmeya ‘em karê xwe dixwazin’ li dijî hemû astengiyên îktîdarê dê li kolanan bin. Di heman demê de ji bo me pêvajoya 8’ê Adarê nasandina kampanyaya referandumê ye. Em ê li dijî rejîma ku dixwaze pêşeroja me û referandumê tarî bike bi hêz bêjin Na.”