karmendên hatin îxrackirin: Bi hev re em dikarin tarîtiyê birûxînin 2016-11-24 08:13:10 MÊRSİN – Serokê Şaxa BES’ê ya Mêrsînê Yûsûf Kaya yê bi KHK’yên dawî ji kar hat îxrackirin wiha axivî: “Di têkoşîna li Tirkiyeyê tiştek kêm e, ew jî hatina gel hev e. Heke em werin gel hev, vîna xwe derxînin holê em ê van rojên tarî biqedînin.” Bi Biryarnameya di Hukmên Qanûnê de ya 677’an re bi dehan serokê Sendîkaya Kedkarên Buroyî û karmendên endamên wê hatin îxrackirin. Ji van kesan yek jê jî Serokê Şaxa BES’a Mêrsînê Yûsûf Kaya ye. Kaya got, berî û piştî 15’ê Tîrmehê polîtîkayên ku AKP dişopîne, Tirkiyeyê ber bi pêvajoyeke zaf xetere ve dibe. ‘EDALET JI HOLÊ RABÛ’ Kaya yê ku got, “Her çiqas dibêjin OHAL ji bo demokrasî û edaletê ye jî, lê OHAL li Tirkiyeyê hemû pergala edalet, huqûqê ji holê rakir” diyar kir ku, operasyonên ku digotin wê li dijî drebekaran pêk bê, li dijî her derdorê tên sepandin. Kaya dest nîşan kir ku, mebesta hikûmetê ew e ku, welat bi kesekî re bi rê ve bibe û anî ziman ku, bi KHK’ên ku di şevekê de hatin derxistin bi hezaran xebatkarên cemaweriyê îxrac kirin. Kaya diyar kir ku, ev îxrackirin nayên qebûlkirin û got, ev KHK nîşan didin ku bê li Tirkiyeyê huqûq û edalet hatiye kîjan noqteyê. 'EM DIKARIN TARÎTIYÊ BIRÛXÎNIN’ Kaya dest nîşan kir ku, hikûmet OHAL’ê li ser demokrasiyê wek şûr bi kar tîne û diyar kir ku, mebesta operasyonên li dijî KESK’ê ew e ku, hêla berxwedêr ya KESK’ê biqedînin. Kaya anî ziman ku, hemû avahiyên girêdayî KESK’ê ji bo ked, aşitî, dmeokrasî û biratiyê têdikoşin û diyar kir ku, ji niha û pê ve divê her kes were gel hev û wiha axivî: “Di têkoşîna li Tirkiyeyê tiştek kêm e, ew jî hatina gel hev e. Heke em werin gel hev, vîna xwe derxînin holê em ê van rojên tarî biqedînin.” ‘EM MAFDAR IN’ Endama Lijneya Rêveberiya BES’a Mêrsînê Muhbet Taş jî wiha got: “Em her roj ya bi mirinan yan jî bi îxracên nû re hişyar dibin.” Taş anî ziman ku, bi taybetî roja ku zagona têkildarî îstîsmara zarokan li meclîsê hatiye dîtin, wê rojê bi KHK’yeke nû re bi hezaran kedkarên cemaweriyê ji kar hatine derxistin û piraniya vana jî jin bûn û wiha got: “Ev ne tesaduf in.” Taş dest nîşan kir ku, sendîkayên girêdayî KESK’ê yeko yeko hedef tên girtin û wiha got: “Divê em bi hev re hêzdar bin. Em ê ji derheqê van rojan derkevin.” Taş dest nîşan kir ku, her roj li dijî bedena jinê êrîş heye û wiha got: “Ji me re dibêjin, herin li mala xwe rûnên, civakeke cahil, diz bigihînin, lê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.” Taş anî ziman ku, ew ê wek jinan bêtir li qadan bin, li mafê xwe bigerin û wiha got: “Em mafdar in û em ê rêya xwe bdiomînin.” ‘DIXWAZIN BAXÇEYÊN GULA YÊ BÊ DIRÎ BIAFIRÎNIN’ Serokê Şaxa BES’a Mêrsînê yê berê Merdan Taş ê ku hat îxrackirin jî wiha got: “Dewlet dixwaze ji xwe re baxçeyekî gulan yê bê dirî biafirîne. Mebesta wan ew e ku, li kduerê muxalefetek hebe, çîneke aydin hebe wan bêdeng bike, naxwazin gel bizanibe. Bi taybetî jî dixwazin hêza dînamîk a KESK’a ku ji kevneşopiya têkoşînê tê, bin pê bikin. Li her derê welat şer heye. Îktîdar li hundir bi kurd, elewî, rewşenbîr, demoratan û çapemeniyê re şer dike. Bi OHAL’ê re şerekî topyekûn tê jiyîn.” Taş herî dawî dest nîşan kir ku, ew ji aliyê rewşenbîrî, demokrasî, edalet û aşitiyê ne ûg ot, helbet wê ev îxrac wan hinekî biwestîne, lê ew ê li dijî van pêkûtiyan dev ji têkoşînê bernedin.