BES: Divê Waliyê Dersimê dest ji pêkanînên xwe yên dijdemokrasî berde 2017-03-09 16:35:30 DERSIM - Şaxa BES’ê ya Dersimê bertek nîşanî bi KHK’ê durxistina endam û rêveberên xwe yên ji kar da û xwest ku Walitiya Dersimê dest ji pêkanînên dijdemokrasiyê berde. Sendîkaya Buroya Kedkaran (BES) a Dersimê, derbarê bi KHK’ê îxraçkirin û girtina endamên xwe de li avahiya KESK’ê civîna çapemeniyê li darxist. Li ser navê Lijneya Rêveber a Navenda BES’ê Akin Şîşman, axivî û diyar kir ku hikûmeta AK Partiyê bi zext, pêkanînên faşîzane dixwaze mafê bingehîn û azadiyê ji holê rabike. Şîşman, da zanîn ku îktîdarê OHAL’a piştî darbeya 15’ê Tîrmehê îlankirî ji bo xwe kirine wekî firsendekê, hemû mafên bingehîn qedexe kirine û ew bi binçavkirin û girtinan re rû bi rû mane. Şîşman, anî ziman ku hejmara endamên wan ên bi KHK’ê hatine derxistin gihiştiye 362’yan, 52 endamên wan ji kar hatine durxistin û wiha got: “Serokê şaxa Dersimê Ozcan Gurtaş û endamê Lijneya Rêvebir Musa Kiliç û 13 endam û rêvebirên me hatin îxraçkirin. 2 endamên me jî girtîne. Herî dawî endamê me Ramazan Ergîn hat binçavkirin, ligel ku îfadeyên derbarê wî de hene jî girtin û durxistina ji kar asta pêkanînên keyfî nîşan dide. Em bang li Waliyê Dersimê dikin ku demildest dest ji van pêkanînên xwe yên dijdemokratîk berde. Dê tu pêkanînên zextan têkoşîna me ya sendîkayê nede sekinandin û dê têkoşîna me bidome. Piştî daxuyaniyê civîn bi dawî bû.