SES dest bi çalakiyan dike 2016-11-24 13:57:55 ENQERE - Hevserokê Giştî yê SES'ê Îbrahîm Kara, diyar kir ku ew ê li dijî îxrackirinên di civakê de bêdeng nemînin û her hefte roja Pêncşemê çalakiyan li dar bixin. Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) der barê KHK'a dawî ya ku 22'ê Mijdarê hat aşkera kirin de li Navenda Giştî ya SES'ê civînek çapemeniyê li darxist. Di civînê de Hevserokê Giştî yê SES'ê Îbrahîm Kara axivî. Kara da zanîn ku di şeva 22'yê Mijdarê de 15 hezar kedkarên civakê hatine îxraçkirin û wiha got: "79 endamên SES'ê hatin îxraçkirin. Em niha çaxa dij-demokrasî dijîn." ROJA PÊNCŞEMÊ ÇALAKÎ Kara, bi lêv kir ku ew ê li dijî êrîşan serê xwe ne tewînin, têkoşîna xwe bidomînin û wiha axivî: "Em ji îro destpê dikin û her hefte roja Pênçşemê li gelek bajaran çalakiyên rûniştinê, daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên din li darbixin." 24.11.2016 - 13:51:22