‘Ji bo pêşeroja welat her kes bejin Na' 2017-03-16 14:50:58 AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê diyar kir ku ew dê dengê 'Na' bikar bînin û xwest her kes di 'Na'yê de bê cem hev. Nûnerên Rêxistinên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) û Yekîtîya Tabîbên Tirk (TTB) di bin baneyê Platforma Ked û Demokrasiyê de têkildarî referanduma 16'ê Nîsanê xwestin li pêş AZC Plaza ya Ofîsê daxuyanî bidin. Lê Walîtiyê destûr neda ku daxuyaniyê bidin. Piştî kom rastî astengiyê hatin derbasî sendîkaya SES'ê bûn. Berdevkê Platformê Bedirhan Çetinkaya, daxuyanî da û komkujiya Helepçe şermezar kir. Çetinkaya, anî ziman ku ji ber encama hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an li ber çavan nehat girtin darbe pêk hatin û wiha got: "AKP, bi îlana OHAL û pêkanînên KHK'yan, mafên sereke yên mirovan binpê kirin. Hêzên muxalif rastî êrişan hatin. Zanîngeh di bin zextan de ne. Rewşenbir rojnameger hevşaredar wekîl kedkar û hemû hêzên demokrasî û azadiyê dixwazin hatin binçavkirin û girtin. Saziyên medya hatin girtin. Rewşa ku îro em hatine rû bi rû mane perçekirina civakan e. Ev pêkanîn û guhertin xistema tu kesan nake. Dijberi xizmeta civakê, xizmeta sultaniya yek zilamî dike. Em li dijî van pêkanînan û ji bo pêşeroja welat bi hevre bêjin 'Na".