Karkerên Çerkezkoyê sedemên 'Na'yê rêz kirin 2017-03-23 09:06:46 TEKIRDAG - Karkerên li Çerkezkoyê, li dijî mercên giran ên xebatê û tengaviyên xwe yên aborî bertek nîşan dan û sedemên xwe yên "Na"yê rêz kirin. Karker Oguz Aktepe wiha got: "Di 14 salan de ev îktîdar çi daye min? 14 sal berê jî heman kes bûm, niha jî wisa me. Bi zorê debara xwe dikim. Ji ber hemû tiştî dibêjim 'Na'." Li Herêma Pîşesaziya Organîzeyê ya navçeya Çerkezkoyê me têkildarî referandûmê bi karkern girêdayî hin sendîkayan re axivî. Karkeran li dijî şert û mercên giran ên xebatê û tengaviyên xwe yên aborî bertek nîşan dan û sedemên xwe yên "Na"yê rêz kirin. ‘JI KARKERIYA ERZAN Û BIKIRÊ RE 'NA'' Muharrem Kalkan (35) ê girêdayî Sendîkaya Kar a Civakî ye, diyar kir ku sermaye li ser xwîn, xwêdan û hêstirên çavan tê avakirin û got, mizeya kêmtirîn a di bin sînorê birçîbûnê de ye têra wan nake. Kalkan, bi bîr xist ku bi hilberandina keda erzan re pergala taşeroniyê li wan tê ferzkirin û got, ew dê di referandûmê de bibêjin "Na". Kalkan wiha sedemên xwe yên nayê rêz kirin: "Di serdema AKP'ê de bêtir derbe li ser kedê hatin kirin. Karkeriya bikirê ya ji Ewropayê tê îthalkirin sûcekî mirovahiyê ye. Beriya her tiştî em dixwazin ev qanûn bê fesixkirin. Dilê min bi ser azadiya kedê ve ye. Ez ji karkeriya erzan û bikirê re dibêjim 'Na'." ‘JI BER HIKÛMET NE LI CEM ME YE DIBÊJIM 'NA'' Karkerê bi navê Halim Can (42) diyar kir ku dema mesele tê ser karkeran hikûmet xwe li cem wan nagire û wiha axivî: "Ji ber hikûmet li cem me cih nagire dibêjim 'Na'. Bila dest nedin keda me û tazmînata me ya qidemî. Ji ber vê dibêjim 'Na'. Ji ber mizeya kêmtirîn kêm e, ji ber tengaviya debarê dibêjim 'Na'." Oguz Aktepe (29) ê girêdayî Sendîkaya BATÎS'ê ye wiha got: "Di 14 salan de ev îktîdar çi daye min? Wek karkerekî tu tişt nedaye min. kîjan partî dibe bila bibe, naxwazim hemû raye têkevin destê kesekî tenê. Bi taybetî wisa difikirim ku daxilbûna edealetê, derxistina KHK'yan ne tiştekî baş e. Çimkî ya ku welatan li ser piyan dihêle edalet e. Li cihê ku edalet lê biqede, zilm dest pê dike. Ji ber vê ez ji serokatiyê re dibêjim 'Na'. Di 14 salan de tenê karker bin pê kirin, eciqandin. 14 sal berê jî heman kes bûm, niha jî wisa me. Nebûm xwediyê tu tiştî jî. Bi pereyê dikeve destê min, bi zor û heft bela debara xwe dikim. Ji ber vana hemûyan dibêjim 'Na'." . Karkerê bi navê Mehmet Demir (43) jî anî ziman ku, ji ber ew naxwaze girêdayî biryarên ji aliyê kesekî tenê ve bên dayîn bijî û got, ew ê bibêje "Na". ‘KARKER DI BINIYA SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ DE DIJÎN' Nûnerê Sendîkaya BATÎS'ê ya Çerkezkoyê Yahya Vidinlioglu jî diyar kir ku, li fabrîkayan kar ker di bin şert û mercên giran de bi beramberiya heqdestên kêm rojê 12 saetan tên xebitandin û wiha axivî: "Karker di bin sînorê birçîbûnê de bi mizeyeke kêm tên xebitandin. Dema di warê sendîkayî de têdikoşin ji kar tên derxistin. Dema dibin sendîkayî tazmînata wan nayê dayîn. Dema ji bo mesaiyê dimînin, heqdesteke kêm didin. Tengaviyên debarê hene. Ketine etra deynên xwe yê krediyan." Vidinlioglu diyar kir ku ji ber karker di van şert û mercên zehmet de dixebitin ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". ‘JI BER EM LI CIHÊN KAR DIMIRIN EM Ê BIBÊJIN 'NA'' Vidinlioglu yê got "Ez karkerekî kedkar im" wiha axivî: "Ji bo şert û mercên kar ên karkeran baştir bibin ez ê bibêjim 'Na'. Ji ber mafên me yên sendîkal tên betalkirin ez ê bibêjim 'Na'. Gelek qeza û nexweşînên pîşeyî hene. Mirov li kargehan dimirin. Niha li fabrîkayan pergala taşeroniyê heye û dixwazin tazmînata qidemiyê rabikin. Li dijî kedkxwariyê, li dijî binpêkirina rûmeta karkeran ez ê bibêjim 'Na'."