SES: Em ji binpêkirinên mafan bi fikarin 2017-03-23 14:28:09 AMED - Hevseroka SES’a Amedê Gonul Adibellî derbarê Roja Xizmetên Civakî de axivî û diyar kir ku ew wekî kedkarêzn xizmeta civakî ji binpêkirinên mafan ên li herêmê û bicih neanîna mafan bifikarin. Semdîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tendirûstiyê (SES) a Amedê bi minasebeta Roja Xîzmetên Civakî ya Cîhanê civînek çapemeniyê li darxist. Hevseroka SES’a Amedê Gonul Adibellî, diyar kir ku xizmetên civakî li tevahiya cîhanê bêyî ku cudahî bêxin navberê tê pêkanîn û ew ji wekî kedkarêzn xizmeta civakî ji binpêkirinên mafan ên li herêmê û bicih neanîna mafan bifikarin. 'JI HESABÊN ALÎKARIYÊ KOMKIRINA DENGAN’ Adibellî, da zanîn ku divê xizmetên civakî nekin amûrê siyaset û komkirina dengan û wiha got: “Xizmetên civakî ku divê ji îdolojî û hesabên dengan cuda bê dest girtin. Lê pêkanînên hikûmeta AKP’ê nîşan dide ku vê xizmetê ji bo hilbijartin, deng girtin û berjewendiyên xwe bi kar tîne.” Adibellî, anî ziman ku divê bêyî cudahî bêxin navera ziman, ol, zayend û netewê mafên kesan bê bicih anîn û wiha got: “Divê ji bo xizmet bê kirin divê dawî li îstîhdamên cuda bê anîn û ji bo yeketiya kedê xebat bên destpêkirin. Divê ji bo şert û mercên xebatê bên sererastkirin, barê kar bê sivikkirin xebat bên destpêkirin. Divê xizmetên civakî di çarçoveya xebatên giran û bitalûke bê nirxandin; divê par û zema kedkarên xizmeta civakê ya zehmetiyan bê dayîn.”