KESK, dê komxebata OHAL û KHK'ê pêk bîne 2017-03-27 13:39:04 ENQERE - KESK, dê bi tevlêbûna dewletên navneteweyî "Komxebata Rejîma KHK'ê ya OHAL'ê û Îxraca Kedkarên Cemaweriyê" pêk tîne. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), dê di navbera 1-2'ê Nîsanê de bi tevlêbûna welatên navneteweyî "Komxebata Rejîma KHK'ê ya OHAL'ê û Îxracên Kedkarên Cemaweriyê" li salona Konferansê ya Odeya Endezyarên Înşaetê (ÎMO) pêk bîne. Têkildarî komxebatê nûnerên KESK'ê li avahiya Yekitiya Mulkiyeliyan civîna çapemeniyê pêk anî. Di civinê de nûner û rêveberên KESK'ê amade bûn. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen û Şaziye Kose, Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Buro (BES)Fikret Aslan, Serokê TARIM ORKAM SEN'ê Hamit Kurt, Nûnerên Kultür Sanat Sen, Serokê ESM Mustafa Şenol amade bûn. Li ser navê komê Hevserokê Gişti yê KESK'ê Lami Ozgen, daxuyanî da û diyar kir ku rayedarên dewletê der barê kesên hatine îxrackirin de hêjmarek zelal nade wan û wiha got: "Her çend bersîv nede me jî herî kêm 103 hezar endam"ên cemaweriyê hatine îxrackirin. Jê 3 hezar û 131 endamên konfedarasyona me ye. 698 hevalên jî hatine dûrxistin. Em dê vê rewşê di komxebatê de bi pir alî binirxînin û li çareseriyê bigerin. Em dê hem li çareseriyê bigern û hem jî xebata xwe ya pêşerojê dînin pêş xwe. Em dê li rê û rêbazên hiqûqîe û zagonî bigerin. Dîsa em dê li gorî peyman û rêgezên navneteweyî lêkolîn bikin û li gorî wê têkevin nava hewldan û teverê. Dê ji rêxistinên wekî ILO, ITUC, ETUC, Parlamenterên Konseya Ewropa, Melîsa Ewropa, Komîsyona Venedikê û gelek kesên din beşdarî civinê bibin. Em de teqez bigêjin mafê xwe.