Wê ji bo hemû hevalên xwe têkoşînê xurtir bikin 2016-11-27 09:02:11 HATAY - Bi daxuyaniya MEB'ê re 6 hezar û 7 kedkarên perwerdehiyê yên ji peywirê hatibûn dûrxistin îadeyê peywirê hatin kirin. Kedkarên perwerdehiyê gotin, heta kesek nemîne ew ê têkoşîna xwe bidomînin û rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin. Di çarçoveya sepandinên OHAL'ê de ji 11 hezar û 289 kedkarên perwerdehiyê yên ji peywirê hatibûn dûrxistin, 6 hezar û 7 jê bi daxuyaniya Wezareta Perwerdehiya Mîlî (MEB) îadeyî peywirê hatin kirin. Li Hatayê ji 928 kedkarî 3 jê berê îadeyê peywirê hatibûn kirin, niha jî 925 kedkarên din îadeyî peywirê hatin kirin. Li gel kedkarên perwerdehiyê yên îadeyî peywirê hatin kirin, li Hatayê 10 mamosteyên endamê Egîtîm-Senê yên hatibûn îxrackirin, hîn jî îadeyî peywirê nehatine kirin. Her wiha bi Biryarnameya di Hukmên Qanûnê de (KHK) ya dawî re ji sendîkayên wek Haber-Sen, BES û SES'ê yên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ne jî, 16 kedkarên cemaweriyê hatibûn îxrackirin. Kedkarên îadeyî peywirê hatin kirin û yên hatin îxrackirin gotin, ew bi awayekî derhuqûqî ji peywirê hatine dûrxistin û îxrackirin. ‘ÎADE TÊR NAKE, YÊN HATINE ÎXRACKIRIN JÎ HENE' Sekreterê Huqûqê yê Şaxa Egîtîm-Sena Îskenderûnê Alî Karadaş ê bi daxuyaniya MEB'ê re îadeyî peywirê hat kirin got, hemû endamên ji peywirê hatibûn dûrxistin îadeyê peywirê hatine kirin. Karadaş diyar kir ku, dûrxistina ji peywirê bi awayekî derhuqûqî pêk hatibû û bi vî awayî vegera ji xeletiyekê pêk hatiye û dest nîşan kir ku, bi saya berxwedana biryardar a KESK, dostên wan û parlementeran ev biryar hatiye dayîn. Karadaş diyar kir ku, îadekirina kedkarên perwerdehiyê yên ji peywirê hatibûn dûrxistin têr nake, yên hatine îxrackirin jî endamên wan in û wiha got: "Em ê ji bo hevalên xwe yî hatine îxrackirin û ji bo hevalên xwe yî li bajarên din ên ji peywirê hatine dûrxistin, têkoşîna xwe bidomînin." ‘EM Ê RÊXISTINBÛYÎNA XWE XURTIR BIKIN' Sekretera JIn a Şaxa Egîtîm-Senê Melek Demîr a hat îxrackirin jî anî ziman ku, ji ber ew li dijî konsepta şerî, qetilkirina zarok û sivîlan arwestiyane, bi îxrackirina wan mebest ew e ku Egîtîm-Sen û KESK'ê tasfiye bikin. Demîr dest nîşan kir ku, ew bia wayekîd erhuqûqî hatine îxrackirin û ji peywirê hatine dûrxistin û got, wan di warê huqûqî de têkoşîna daye destpêkirin û pêvajoya darazî jî didome. Demîr dest nîşan kir ku, ew ê wek KESK'ê têkoşîn û rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin û wiha axivî:"Dema KESK û Egîtîm-Sen daket kuçeyan bi dirûşmeya 'Heta hevalek me jî nemîne em ê têkoşîna xwe bidomînin' tevgeriya. Dibe ku li vir hemû hevalên me îadeyî peywirê ahtibin kirin, lê belê li Amed û cihên din hevalên me yî ji peywirê ahtine dûrxistin hene. Hevalên me yî hatine îxrackirin hene. Wê ev têkoşîn heta kesek jî nemîne, wê bidome."