Keda jinên gûzan dişikînin tê xwarin 2017-04-14 09:11:33 SÊRT - Li Sêrtê, jin ji bo debara mala xwe bikin karê şikandin û neqandina gûzan dikin. Her çi qas heqdesta wan ne li gor keda wan be jî, sirf ji bo qalikên gûzan ji bo şewitandinê wergirin vî karî dikin. Jinên sêrtî, ji bo fabrîkeya gûzan, gûzan li malê dişkînin û bi vî awayî debara xwe dikin. Her serê malê 2-3 torbe gûz tên dayîn û divê roja din ev gûz hemû hatibin şikandin û neqandin. Hema bêje jin her roj vî karî dikin, lê beramberiya keda xwe nastînin. Rojê bênavber 6 saetan vî karî, bi beramberiya 5-15 TL'yan dikin. Heqdest li gor başbûna şikandina gûzan tê diyarkirin. Heke navoka gûzan bêyî bişikê bê derxistin 15 lîre, lê bi awayekî şikandî bê derxistin 5 lîre ye. Her wiha jin piştî gûzan dişikînin qalikên wan nadin fabrîkeyê û ji bo zivistanê bişewitînin hiltînin. Necla Kaya, diyar kir ku ew ji mecbûrî vî karî dikin û wiha got: "Li van deran derfeta kar pir tune ye. Hele ji bo jinan qet tune ye, em jî ji mecbûrî vî karî dikin. Wekî din tiştek tune ye. Berê zêdetir didan. Lê niha, ji ber fabrîka ye hindikî didin. Ev gûz ji derve tên. Em wan dişikînin û dineqînin. Mesela ev gûzên niha em dişikînin, ji Stenbolê anîne."