Karkerên hewl dan arîzeyê tamîr bikin, ceryan bi wan girt: Kesek mir 2017-04-14 18:00:24 RIHA - Li Sêwregê, ji 2 karkerên xwestin arîzeya ceryanê tamîr bikin yek jê mir, yek jê jî bi giranî birîndar bû. Li Taxa Karakeçî ya navçeya Sêwregê ya Rihayê, 2 karkerên DEDAŞ'ê Bilal Kirmizitoprak û Mehmet Emin Bardakçi yên ku ji bo arîzeya ceryanê tamîr bikin, dema derketin ser dîreg, ceryan bi wna girt. Ji Karkeran Bilal Kirmizitoprak ê 27 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, Mehmet emin Bardakçi jî bi giranî birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêwregê. Ji ber rewşa Bardakçi giran bû, sewqî Rihayê hat kirin.