Hêjmara zarokên karker gihişt 2 milyonan 2017-04-21 13:46:37 STENBOL - Li gorî rapora Sendikaya Genel-Îşê ya zarokan li Tirkiyeyê hêjmara zarokên karker ên dixebitin gihişt 2 milyonan. Ji sedî 78'ê zarokan li dervê qeydan dixebitin. Di sala 2016'an de 56 zarok di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dabûn. Sendikaya Genel-Îşê ya Girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) rapora "Li Tirkiye Karkerbûna Zarokantî" bi raya giştî re parve kir. Li gorî raporê li Tirkiye nêzî 2 milyona zarok dixebitin. Li gorî daneyan zarokên di xebitin betir di navbera salên 15-17 salî de ne. Dîsa zarokên kêmî 15 salî karên zeviyan dikin. Heta sala 2012'an li Tirkiye hêjmara zarokên karker 601 hezar bûn. Zaroken temenê wan di na vbera 15-17 salî de jî di sala 2016'an de gihişt 709 hezarî. Di raporê de hat diyar kirin ku di sala 2015'an de heta 17 salî hêjmara zarokên karker 401 hezar û 464 kes bûn. Li gori daneyên kanûna 2016'an hêjmara zarokênkarker 1 milyon û 170 hezar bûn. li gorî raporê tevî karkerên çirak û berdestan li tevahiya Tirkiye nêzî 2 milyon zarok di kar de dexibetin. Li gorî daneyên TUÎK'ê yên 2016'an de jî ji sedî 78’ê zarokan li dervê qeydan dixebitin. Di sala 2016'an de hêjmara zarokên di navbera 15-17'an de dixebitin 708 hezar e. 558 hezar zarok li dervê qeydan dixebitin. Tenê 150 hezar zarok bi sîgorta dixebitin. Ji her 10 zarokan 8 zarok li dervê qeydan dixebitin. Dema Tirkiye li gorî welatên Yekitiya Ewropayê li ber çavan tê girtin, Tirkiye welatê ku herî zêde zarokên wê xizan e. Di sala 2012'an de 32 zarok di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2016'an de 56 zarokan di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan.