Jinên karker ên tekstîlê: Dijberî kedxwariyê di 1'ê Gulanê de li qadan bin 2017-04-25 09:06:00 STENBOL - Karkerên jin ên tekstîlê xwestin 1'ê Gulanê bibe roja betlanê. Jinan bang bang li hemû jinan kir û xwestin di 1'ê Gulanê de li dijî kedxwariyê dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin." Di jîngeha kedê de, sektora herî zêde kedxwarî xwe lê dide der, atolyeyên tekstîlê ne. Jinên kedkar ên ji vê rewşê bi gilî û gazinc in, ji bo 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bang li her kesî kirin da dakevin qadan. Canan Yilbur (25), balê kişand ser şert û mercên kar ên zehmet û got, ew rojê 12 saetan dxebitin, lê belê beramberiya keda xwe nastînin. Yilbur, ragihand ku ji ber şert û mercên kar piyên wê werimîne, pişta wê diêşê û wiha got: "Di warê madî de em ditengijin û mecbûr im ku bixebitim. Hem pêdiviyên xwe hem jî yên malbata xwe bi cih tînim." Yilbur, diya kir ku ew naxwaze ji bo mesaiyê bimîne û xwest mafên karkeran esas bên girtin. ‘BILA 1'Ê GULANÊ JI BO ME BETLANE BE' Yilbur a got "Ew wek jinên karker naxwazên di 1'ê Gulanê de bixebitin" anî ziman ku, 1'ê Gulanê betlaneya fermî ye, lê belê ji aliyê patronên wan ve tê astengkirin. Yilbur a dema li se rmakîneyê bû wiha bang li kardêr kir: "Di 1'ê Gulanê de ez ê nexebitim, dê hevalên min jî nexebitin." Her wiha Yilbur, dest nîşan kir ku divê wê rojê hemû jinên kedkar li qadan bin. Ayşe Bulut (50) a ku ji zûv de ye li atolyeya tekstîlê dixebite, anî ziman ku piştî mesaiyeke 12 saetan dema ew diçe malê jî dixebite. Dayika 4 zarokan Bulut a ku di xaniyê kirê de dimîne, diyar kir ku ew bi mizeya kêmtirîn dixebite, lê belê bi vê mizeyê nikare debara xwe bike. bulut, balê kişand ser 1'ê Gulanê û wiha got: "Dixwazim 1'ê Gulanê ji bo me jî roja betlaneyê be." DÊ LI DIJÎ KEDXWARIYÊ LI QADAN BIN Rabia Oral (22) anî ziman ku ew ji 11 saliya xwe heta niha di tekstîlê de dixebite û got, tu mafê wê yên civakiyî tune ye. Oral a ji bo debara malbatê dev ji dibistanê berdaye, dest nîşan kir ku li gel şert û mercên zehmet jî ew dixebitin û wiha domand: "Ev dibe ku tekstîl be û dibe tişteke din be. Bi keda xwe û xwêdana xwe qezenc dikim û ev jî ji bo me xwebaweriyek e. Em li ser piyan disekinin. Wek jinekê wisa difikirim ku keda me tê binpêkirin û em beramberiya wê nastînin." Herî dawî Oarla diyar kir ku, divê di 1'ê Gulanê de tu jin nexebitin û wiha bang kir: "Divê di 1'ê Gulanê de jin li dijî kedxwariyê jin li qadan bin. Dengê xwe bilind bikin." 'BILA HEMÛ JIN DAKEVIN QADAN' Şehnaz Onguç (23), diyar kir ku 14 sal in ew di tekstîlê de dixebite, ji ber piraniya dema wan li atolyeya tekstîlê derbas dibe êdî rojê nabînin. Onguç, anî ziman ku divê jin li ser piyên xwe bisekinin û wiha axivî: "Çimkî divê tu jin neyên eciqandin. Divê ew xwe bi xwe qezenc bike. Ez wisa difikirim. Bila di 1'ê Gulanê de hemû jin dakevin qadan û nexebitin." Zeynep Çoban a 64 salî jî, li gel temenê xwe yê zmde jî, bi karên destan debara xwe dike. Çoban wiha axivî: "Em hewl didin em xwe bi xwe pereyan qezenc bikin. Jin azadiya kar nîşan didin. Heta ku ji destê me tê em hewl didin ku muhtacî tu kesî nebin. Ev tiştekî xweş e. Zarokên min dibêjin 'Neçe li wir tu çi qasî qezenc dikî em bidin te.' Lê ez dibêjim na. Ez li vir xwe rihet hîs dikim. Heta ku ez li destê we binihêrim, dixwazim ez bi xwe qezenc bikim." Herî dawî Çoban wiha bang kir: "Ji bo em beramberiya keda xwe bistînin, di 1'ê Gulanê de divê em hemû li qadan bin."