Biryar dan 1'ê Gulanê li Bakirkoyê pîroz bikin 2017-04-26 12:11:39 STENBOL - DÎSK, KESK, TMMOB û TTB, biryar dan ku 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li Qada Gel a Bakirkoyê pîroz bikin. Karker dê îsal bi silogana "Na'ya xwe bigire û were" pîroz bike. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko bang li hemû karker û kedkaran kir ku li qada mîtîngê dengê xwe bilind bikin. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) biryar dan ku 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li Qada Gel a Bakirkoyê pîroz bikin. Serok û rêveberên sendîkayan li Navenda Giştî ya DİSK'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li salona ku civîn pêk hat pankartên “Jibo ked, aştî û demokrasiyê Bijî 1'ê Gulanê" hat vekirin. Di civînê de Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko, Sekretera Giştî ya DİSK'ê Arzu Çerkezoğlu, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen, Serokê Konseya Giştî yê TTB'ê Raşit Tukel, Serokê Rêveberiya Giştî yê TMMOB'ê Emin Koramaz û gelek rêveberên sendîkayên karkeran amade bûn. Sendika îsal dê bi hişyariya "Na'ya xwe bigire û were" li qada bazara gel a Bakirkoyê 1'ê Gulanê pîroz bikin. Li ser navê sendîkayên karker û kedkaran Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko daxuyanî da. Beko, diyar kir ku îsal dê bi siloganên "Naya xwe bigire û were", "Ji bo ked aştî û demokrasiyê Bijî 1 Gulan" cejna karker û kedkaran li hemû bajarên Tirkiye bê pîrozkirin. Beko, bang li hemû karker û kedkaran kir ku di 1'ê Gulanê de dakevin qadan bin. ‘TAKSÎM KIRIN QADA QEDEXE' Beko, diyar kir ku li car aliyê cîhanê bi milyaran karker ji bo keda tune tê hesibandin di 1'ê Gulanê roja piştevaniyê û têkoşînê de tên cem hev û hêza heviyê mezin dikin. Beko bal kişand ser pirozbahiyên li cîhanê û wiha got: “Li cîhanê bi heviya mezinkirina piştevanî tê pîrozkirin. Lê li Tirkiye mixabin, 1'ê Gulanê bi qedexeyên tê pîrozkirin. Li din siya tundiya dewletê de tê pîrozkirin. Îkdîdar dibêje 'Ger ku pî bibin serî dê qiyamet rabe' Ev helwesta hikûmetê îro jî didome. Naxwaze karker û kedkar bibin rêveber vîn. Em kesên di 1'ê Gulana 1977’an de hatin kuştin bibîr tînin. Mixabin Qada Taksimê ku piştî 15'ê Tîrmehê girse hatin cem hev îro dîsa qedexe ye. Em çar rêxistinên ked û pîşeyî helwesta îktîdarê ya biryarên dadgehên navneteweyî nas nakin şermezar dikin. Lê dûr nêzîk dê hesabê vê yekê bidin." ÎSAL DÊ LI BAKIRKOYÊ PÎROZ BIKIN Beko, anî ziman ku dê ji her sal bêtir bi coşek mezintir û tevlêbûnek mezintir îsal 1'ê Gulanê li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê pîroz bikin û wiha got: "Îktîdarê hemû derfetên dewletê ji bo referandumê bikar anî. Tevî her astengiyan gel got "Na" Guhertina qanûna bingehîn a bi yek tengî aştî, aramî û îstîkarê nine Tirkiye. Pêdiviya Tirkiye bi qanûna bingehîn a azadîparêz, wekhev û demokratîk heye. Divê em di 1'ê Gulana 2017'an de li dijî van hîle û lîstikan bêtir dengê xwe bilind bikin. Divê em di mîtînga îsal de "Na" bikin yek. Em tevî 4 sendîka û rêxistinên ked û pîşeyî li gel dost û hogirên xwe li qada bazara Gel a Kadikoyê bi dengê herî berz bêjin "Na" Em dê ji OHAL'ê û KHK'yan re bêjin Na."