Ji rêxistinên kedê banga 1’ê Gulanê: Na hêj ne qediya ye 2017-04-26 13:07:16 ENQERE - KESK, DÎSK, TMMOB û TTB, bi şîara “Na hêj ne qediya ye” bang li kedkar û karkeran kir ku di 1’ê Gulanê de li Qada Koleja Enqereyê tevlî şahiyê bibin. Nûnerên saziyên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê li Yeketiya Mulkiyeyan hatin cem hev û derbarê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran de civînek çapemeniyê li dar xistin. Di salona civînê de pankarta “Na hêj ne qediya ye. Li dijî tazminata kidem, KHK û OHAL’ê em biçin 1’ê Gulanê” hat vekirin. Li ser navê saziyan Nûnerê DÎSK’ê yê Enqereyê Tayfun Gorgun axivî û diyar kir ku ew wekî karker, kedkar, mimar-endezyar, doktor, ciwan, jin, bêkar, bindest û yên din ên vî welatî îsal bi hêvî û çoşek mezin dikevin qadên 1’ê Gulanê. ‘DI BIN SIYA ÊRÎŞAN DE DIKEVIN 1’Ê GULANÊ’ Gorgun, da zanîn ku ew di bin siya êrîşan de dikevin cejan karkeran de û wiha got: “Îktîdara siyasî ne tene mafê karkeran ên hatine bidestxistin di heman demê de hewl dide hemû nirxên Tirkiyeyê bifiroşe û xwezayê talan bike.” Gorgun, anî ziman ku qadên ji bo 1’ê Gulanê yên Tirkiyeyê ji karker û kedkaran re hatiye giritn û wiha axivî: “1’ê Gulanê li cîhan û hemû welatên demokratîk de; qadên ji karker û kedkaran re tên vekirin li welatê me dixwazin ji pîrozbahiyên 1’ê Gulanê re bên girtin. Li Stenbolê Taksîm li Enqereyê Kizilay bi hefteyan ji çalakiyên hikûmetê re tên vekirin, ligel ku welatiyan xedixwînin van qadan jî ji 1’ê Gulanê re dixwazin bigirin. Em vê helwesta qedexeker û cudaker nas nakin. Napejirînin.”