'Li dijî patronê malan dakevin qada 1'ê Gulanê ' 2017-04-28 09:06:53 STENBOL - Jinên karê malan dikin ên bi fermî wekî karker nayên hesibandin xwestin karê malê jî wekî kar bê dîtin û keda wan bê parastin. Jinan, ji hemû karkeran xwestin li dijî patronê malan ji bo azadiya xwe dakevin qadên 1'ê Gulanê. Songul Arslan (47) a ku 7 sal in karkera malan ye, heftê 5 rojan rojê nîv roj dixebite û hezar û 300 lîreyî qezenc dike. Arslan, diyar kir ku di dema xebatê de ew bi zehmetiyan re rû bi rû dimîne û got, hem ew mizeya kêmtirîn nastîne û hem jî nêviyê heqê sîgortaya xwe ew dide. Arslan, dest nîşan kir ku keda wê tê binpêkirin û wiha got: "Nîv rojî dixebitim, lê hemû karî jî ez dikim. Ji ber karê xw etam dikim, divê sîgorta min jî tam be. Karkeriya malê zehmet e. Nîv rojî dixebitim, têm li mala xwe jî dixebitim. Bedena min zaf diweste. Dawiya heftê dest û piyên min naleqin. Divê mafê me yê tazmînatê hebe. Bedena me diçe, lê em beramberiya wê nastînin. Tu wek karkera malê tazmînatê nastînî. Ev jî me diherifîne. Min 7 salên xwe dane vî karî. Belkî 6 salên din jî karibim bikim. Çimkî ji teqawidbûna min re ewqas maye." Arslan, dest nîşan kir ku ew beramberiya keda xwe nastîne, pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene û got, bi heqê ku ew distîne jî nikare debara xwe bike. ‘JI BO AZADIYA XWE EM LI QADÊN 1'Ê GULANÊ BIN' Arslan a ku got "“Di 1'ê Gulanê de çi karkerên malan, çi jî yên din ferq nake divê em di atmosfereke cejnê de pîroz bikin" wiha bang kir: "Bila her kes dakeve kuçeyan û dengê xwe bilind bike. Divê em li malê rûnenê. Divê em biherikin kuçeyan. Divê yên li ser serê me dengê jinan bibihîsin." Kader Gulsoy (32) a ku dem dem karê malan dike jî, anî ziman ku ew karkera mala xwe ye. Gulsoy a ku karkerên malan wek kedeke naxuyê tarîf kir, xwest di çarçoveya divêtiya dewleta civakiyî de derfet ji bo wan bên peydekirin. Gulsoy wiha got: "Ji bo azadiya xwe divê em li qadên 1'ê Gulanê bin. Divê em dengê xwe bilind bikin." Serokê Sendîkaya Karkerên a Malan a Palûteyê Ayten Kargin (57) jî, di heman demê de 13 sal in karkeriya malan dike. Kargin a ku ji ber destê wê şikiyaye niha navber daye kar, diyar kir ku di dema kar de ew bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye. Kargin, dest nîşan kir ku wê ewil xwe wek karkera malan pênase nedikir û wiha got: "Min wek kar li karê dikir nedinihêrî. Halbukî karê em dikin; karekî ku ked, hêz divê bi xwe ye. Gelek sal berê hayê min ji vê çêbû. Dema min neheqî lêkolîn dikirin, min Sendîkaya Karkerên Malan a Palûteyê nas kir. Bi vî awayî min dest bi têkoşînê kir." Kargin, diyar kir ku dema ew li rawestgehan, otobêsan rastî jinên ku karên malan dikin tê wan birêxistin dike û wiha axivî: "Pergala ku me bi rê ve dibe, ji keda me dixwe. Soz ji bo hatin dayîn. Bi pakêtên nepixandî teşwîq, sîgorta hatin dayîn; lê hemû jî vala derketin. Çen jin bi sîgorta ne? Tu venêrîn nehat kirin. Rojane heke 10 rojan biçe, tenê ji sedî 2 jê prîma wê ya sîgortayê heye û ew jî ne bi kêrî tenduristiyê ne jî bi kêrî tiştekî tê. Tenê dema li wê malê qezayeke karî çêbibe dikare pê biçe nexweşxaneyê. Nikare teqawîd bibe. Halbûkî ew karker geftê 5-6 rojan diçe kar. Daxwaza me ew e ku ev cudaparêzî ji holê bê rakirin. Divê sîgortayeke hîn vekirî bê." ‘DIVÊ KARKERIYA MALAN JÎ DI NAV PÊNASEYA KAR DE CIH BIGIRE' Kargin, anî ziman ku ew karkerên malan ji destê wan ên terikandî û westana wan nas dike û got, divê saetên û bernameyên kar bên sererastkirin û karkeriya malê di nav pênaseya karî de cih bigire. Kargin wiha axivî: "Daxwazên kardêr ji karker hene. Lê ji bo çi dê yên karker jê tune bin? Rewşeke te yî ku tu kardêr red bikî tune ye. Çimkî karkera malan tam ne zana ye Xwe wek karker nabîne. A rast dema vê zanibe dê karibe doza daxwazên xwe bike. Ji ber vê divê karkerên malan xwe birêxistin bikin û mafên xwe biparêzin. Em ji bo vê hewl didin. Bi rastî jî em karkerên malan zaf diherifin. Em zaf diwestin û beramberiya keda xwe nastînin. Niha ez 57 salî me, di warê bedenî de ez xwe wek miroveke 100 salî hîs dikim. 13 salan li wê malê xebitîm, lê paşê jî min domand. Hîn jî li mala xwe karker im. Destê min şikiyaye, hîn jî bi destekî xwe hin karên vê malê dikim." ‘HEKE ZANIBIM DÊ DESTÊ MIN Ê DIN JÎ BIŞIKÊ EZ Ê LI 1'Ê GULANÊ BIM' Kargin, dest nîşan kir ku divê li hemberî patronê li kar û malê ew li qadên 1'ê Gulanê bin û wiha bang kir: "Ji bo jin xwe di vî warî de îfade bikin, 1'ê Gulanê firsendek e. Li wir tu dikarî doza mafên xwe bikî. Em bang li karkerên malan dikin da dakevin qadan. Wek jineke karkera malan, li gel her tiştî jî 1'ê Gulanê. Ji bo cinayetên jinan em li wê qadê bin. Wek karkerekê ketim û destê min şikiya. Heke zanibim dê destê min ê din jî bişikê, ez ê li qadên 1'ê Gulanê bim û li benda we hemûya me."