Karkerên zarok ên hay ji 1'ê Gulanê tune ne! 2017-04-29 09:06:45 MÛGLA - Nêzî 500 zarokên temenê wan di navbera 15-17 salan de, ku ji bajarê kurdan ji bo li ser îneşatan bixebitin hatine Bodrûmê, di bin şert û mercên giran ên karî de keda wan tê binpêkirin û her wiha hayê gelekan jê jî, ji 1'ê Gulanê Cejna Karkeran tune ye. Li Tirkiyeya ku ji sedî 29,4'ê gelheya wê zarok in, nêzî 2 milyon karkerên zarok bêyî hayê wan ji 1'ê Gulanê Cejna Karkeran hebe, di bin şert û mercên giran de dixebitin. Li gor daneyên 2016'an ên TUÎK'ê, hejmara zarokên temenê wan di navbera 15-17 salan de 708 hezar e û her wiha ji sedî 78'ê wan jê derîtomarkirinê dixebitin. Ji sedî 50,2'yê zarokên dixebitin naçin dibistanê. Li gor daneyên Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), di salên 2013-2015'an de 176, di sala 2016'an de jî 56 zarok ji ber cinayetên karî jiyana xwe ji dest dan. Nêzî 500 karkerên zarok ên malbatên ku ji bajarên kurdan koçberî Mûglayê hatin kirin, li semta Yalikavak, Gundogan, Gumbetê yê Bodrûmê di bin şert û mercên giran de dixebitin. JI BO SERŞÛŞTINÊ DI TENEKEYAN DE AVÊ GERM DIKIN Li Gumbetê, li pişt vîlayên spî û bihişmet 4 qawîşên karkeran hene. Karkerê zarokê yê bi navê D.S. (16) ê ku ji van qawîşan li yekê dimîne, li hêlekê ve ji bo germkirina ava serşûştinê êzingan dikşîne û li hêla din jî xizaniya ku berê wî daye koçberiyê û karkeriyê tîne ziman. D.S., diyar kir ku dema ew diçû dibistanê ji ber bêderfetiyê pênûs û jêbira wî tune bû û got, li ser vê wî dev ji dibistanê berdaye û ji bo li 10 xwişk û birayên xwe binere, neçar maye ku tevî bavê xwe bixebite. ‘DI 15 SALIYÊ DE ZAROKATIYA ME JI DEST ME HAT STENDIN' D.S. ê ku got "Niha min dixwest bixwînim. Ne ku li ser îneşetan wek emeleyekî bêm binpêkirin, min dixwest karekî min ê xweş hebûna" wiha axivî: "Serê sibehê hîn me westana roja din ji ser xwe neavêtiye, em diçin ser înşeatê û heta saet 17.00'an dixebitin. Herî zêde em 80 lîreyî distînin. Ew jî têra mesrefên me yên li vir nake. Ji bo em vegerin welat divê em pereyan qezenc bikin. Ji ber tevdîr nayên girtin, qezayên karî çêdibin lê ji ber ku em bi awayekî qaçax tên xebitandin gelek caran jê em nikarin biçin nexweşxaneyan jî. Dema em diçin nexweşxaneyê jî, ji neçarî em derewan dikin û dibêjin dema me dilîst em ketin. Halbûkî lîstikên me yên zarokatiyê, dema ku em di 15 saliya xwe de hatin qawîşên zarokan ji dest me hatin stendin." ‘DI KARÊ DÎWARÊN KEVIRÎ DE ZAROKATIYA ME RIZIYA' M.A. ê berî ku têkeve qulûbeyeke serobero, bêpace, bê ceryan û bi potikan hatiye nixumandin û serê xwe bişo wiha dibêje: "Ji bo mirovên li hawirdorê nerihet nebin û giliyê me nekin, em nikarin paceyên xwe jî vebikin. Me got qey kar hêsan e û bêyî em zarokatiya xwe bijîn em bi riyan ketin. Wê zarokatiya ku me nejiya, niha di vî karê dîwarên kevirî de dirize." ‘1'Ê KÎJAN GULANÊ?' M.A., yê ku me xwest der barê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran de nêrînên xwe vebêje, bi awirên fediyok got, ew naxwaze der barê 1'ê Gulanê de biaxive. Lê karkerekî din ê zarok (17) ê li hêlekê ve dûrî me disekine û li hêla din jî bi xwe nikare û diaxive, li ser axaftina M.A. wiha zêde dike: "Me qet nejiya ku, em ji were behsa wê bikin. Zarokatiya me ji dest çû,1'ê kîjan Gulanê..." ‘ME ZAROKEKÎ KU DI ŞERŞOKÊ DE DIGIRIYA DÎT' B.Ç. ê kincên ku bavê wî di teşteke sor de şûştin daldiqîne, hîn 16 salî ye. Diyar kir ku, ji ber li Wanê derfetên xebatê tune ne, ew û bavê xwe ji bo xebatê hatine vir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di 15 saliyê de karkeriya înşeatan êdî li Kurdistanê bûye edetek." B.Ç. wiha domand: "Mixabin em beramberiya keda xwe nastînin. Hemû laşê me diêşe. Em 22 kes di qawîşekê de radizên. Li qadeke 70 metrekareyî, em hemû hewcetiyên xwe bi cih tînin. Car carinan em li ser hev radikevin. Her derê wê rutûbet e. Bi şev ji ber bêhnê em nikarin rakevin. Min dixwest jiyaneke me ya paqij hebûna." B.Ç., dest nîşan kir ku zivistanan ji ber tunebûna ceryanê ew diqefilin û wiha domand: "Bêyî ku bixebitin gelek zarok ji van qawîşan çûn. Ji ber heqaretan derûniya zarokên ku naxebitin xera dibe. Li serşokên bê ceryan û serobero, me gelek zarokên ku perde diguvaştin û digiriyan dîtin. Zivistanê, li wê serşoka sar ji bo em serê xwe bişon, em 100 kes dikevin rêzê. Em bi rihetî û awayekî paqij nikarin serê xwe bişon." HAYÊ KARKERÊN ZAROK JI 1'Ê GULANÊ TUNE YE B.Ç., anî ziman ku wek karkerên zarok gelek karker bêsîgorte tên xebitandin û wiha behsa şert û mercên kar kir: "Li înşeatan patron zêde zêde heqaretan dikin. Patronên ku tim dibêjin 'hadê hadê kar nabe', dema dibe êvar carinan dibêjin 'êdî hûn neyên kar.' B.Ç., diyar kir ku der barê 1'ê Gulanê de ew bi tu tiştî nizane û got, wek wî hayê zarokên din jî jê tune ye. Herî dawî B.Ç. anî ziman ku, tenê daxwaza wî jiyaneke mirovane ye. M.Y. ê ku dema diçû dibistana navîn û ji neçarî dibistan terikand, piştî qadên înşeatê yên li Stenbol û Tekirdagê berê xwe dide Bodrûmê û qawîşên zarokan ên li vir wek qawîşên luks dibîne. M.Y., dest nîşan kir ku patron keda wan dixwin û got, li şert û mercên xebatê yên giran bêrîkirina ji bo malbatê jî zêde dibe. M.Y. wiha axivî: "Ji bo pereyê kêm bidin, behaneya wan tim neecibandina karê me ye. Xebata li van deran pir zehmet e. Li ser vê zehmetiyê jî dema bêrîkirina min a ji bo malbatê jî tê zêdekirin, ev girantir dibe. Lê ji bo wan mecbûr im ku vî barî hildgirim." M.Y., anî ziman ku dê zarokên li ser înşeatan dixebitin di roja 1'ê Gulanê de jî bên binpêkirin û got, dê li qawîşan ji dêvla coşê, atmosfereke mêtandinê serwer be.