Banga ji bo 1'ê Gulana Mêrdînê 2017-04-30 09:00:44 MÊRDÎN - Rêxistinên kedê yên Mêrdînê, ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya Mêrdînê, banga tevlîbûnê kirin. Rêxistinên kedê yên li Mêrdînê amadekariyên 1'ê Gulana îsal a ku dê bi dirûşmeya "Ji kedxwariyê, ji xizaniyê, ji bêewletiyê, ji taşeroniyê, ji OHAL'ê, ji KHK'yan û ji îxracan re Na" bê lidarxistin dikin. Dê pîrozbahiya 1'ê Gulanê saet di 10.00'an de li Parka Karayollariyê bê lidarxistin. Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Mêrdînê ya ku ji bo pîrozbahiyê destûr ji Walîtiya Mêrdînê stend, banga tevlîbûna çalakiya pîrozbahiyê kir. ‘EM Ê NA'YÊN XWE YÊN 16'Ê NÎSANÊ VEGUHÊZÎNIN QADÊN 1'Ê GULANÊ' Hevseroka Şaxa SES'a Mêrdînê Eylem Ergun, diyar kir ku amadekariyên ji bo çalakiyê temam bûne û got ku, ew ê ji hemû zor û zehmetiyên ku kedkar dijîn re bibêjin "Na". Ergun, dest nîşan kir ku di pêvajoya heyî de bi tu awayî ewlehiya karî nemaye, dixwazin tazmînata kidemî û qadên kar ên jinan ji holê rabkirin û got ku, ew ê di pêvajoyeke wisa de 1'ê Gulanê pîroz bikin. Ergun wiha axivî: "Em ê 'Na'yên xwe yên referandûma 16'ê Nîsanê veguhêzînin qadên 1'ê Gulanê. Em ê li qadan bi hev re gotina xwe bibêjin. Em bang li her kesî dikin ku beşdarî 1'ê Gulanê bibin." ‘LI GEL HEMÛ ASTENGIYAN JÎ EM Ê LI QADAN BIN' Hevserokê Şaxa Egîtîm-Sen'a Mêrdînê Mustafa Bozan jî, ragihand ku wan ji 4 kesan Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ava kiribû, lê bi hinceta di sicîla wan de pirsgirêk heye, ji aliyê Muduriyeta Polîsan a Mêrdînê ve hatine astengkirin. Bozan, diyar kir ku ev bi temamî ji bo astengkirina pîrozbahiyê ne û wiha got: "Lê em ê li gel hemû astengiyan jî qadan tije bikin. Em ê tevî girseya xwe heta Parka Karayollariyê bimeşin."