'Di 1'ê Gulanê de em dakevin kuçeyan' 2017-04-30 09:06:16 WAN - Kedkarên Wanê bang li hemû karker û kedkarên Wanî kirin ku ji bo 1'ê Gulanê dakevin qadan. Li Wanê bi boneya 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê, kedkarên ku li kuçeyan dixebitin, bi dehezaran kedkarên ji kar hatin avêtin bi bîr xistin û anîn ziman ku, cihê ked û berxwedanê kuçe ne. Kedkarê bi navê Ziya Yildiz ê ku debara xwe bi gihayên bişîfa yên li çiyayan hêşîn tên dike wiha got: "Em bi gihayên şîfa yên li çiyayan hêşîn tên debara malbata xwe dikin. A rast li vir xelekek kedê heye. Ji kesê ku berhev dike heta kesê ku difiroşe, her kes debara xwe bi mûcîzeya xwezayê dike." Yildiz ji bo 1'ê Gulanê banga beşdarbûnê kir û got ku, divê kedkar roja kedê li qadan bin. ‘KUÇE CIHÊN HÊŞÎNBÛNA KEDA ME NE' Emrullah Temiz, 15 sal berê ji Hatayê hat Wanê û kincên gelêrî difiroşe. Temîz anî ziman ku bi pereyê li kuçeyan qezenc dike 6 zarokan xwedî dike û wiha got: "Ev der ji bo min bihuştek e. Nêzî 15 sal in ku ez li kuçeyan dixebitim. Ez ê tim bixebitim. Kuçe cihê kedê û çavkaniya debarê ye. Divê di 1'ê Gulanê de kedkar beşdarî mîtîngê bibin û xwe nîşan bidin." ‘ROJ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ KEDXWARIYÊ YE' Osman Ermuşan (55) jî bi bisqilêta bisepet li kuçeyan xurdeyan berhev dike û pê debara 8 zarokên xwe dike. Ermuşan, diyar kir ku ew pir ji xurdekariyê qezenc nakin, lê belê ew mecbûr in bixebitin. Ermuşan, bang li hemû kedkaran kir ku di 1'ê Gulanê de dakevin qadan. Suleyman Çali jî diyar kir ku, 30 sal in bêyî sîgorte ew barkêşiyê dike û got, ew tevî 15 hevalên xwe eşyayên li embarê bar dikin û hema bêje li hemû esnafên Wanê belav dikin, lê belê kardêr kedxwariyê dike. Çali, ji bo 1'ê Gulanê bang li hemû kesên ku keda wan tê xwarin kir ku dakevin qadan û wiha got: "Roj roja têkoşîna li dijî kedxwariyê ye."