Zarokên karker ên 1'ê Gulanê 2017-04-30 09:12:44 WAN - Zarokên ku li her kuçeyên bajêr bi heqdesteke kêm tên xebitandin, hayê wan 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê tune ye. Li Wanê, bi sedan zarokên ku li her kuçe û kolanên bajêr bi heqdesteke kêm tên xebitandin, bêyî ku hayê wan ji 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê hebe, di şert û mercên giran de dixebitin. Bi taybetî jî zarokên temenê wan biçûk li firin û aşxaneyên li kolanên qelebalix ên wek Beşyol, Cûmhûriyet û Maraşê dixebitin. 'EM MECBÛR IN BIXEBITIN' Kamuran Elbaran (13), Ahmet Elbaran (16) û Ferdi Ertaş (14), serê sibehê zû bi erebokan êzingan dikşînin firinê. Dema me pirsên "Ji bo çi hûn dixebitin?, Ji bo çi hûn naçin dibistanê" ji wan pirsî, bersiva wan "Em mecbûr in bixebitin" bû. Ji zarokan Kamuran Elbaran ê ji ber zehmetiya kar di nav xwêdanê de maye wiha dibêje: "Ji zûv de ye ku min dev ji dibistanê berdaye. Ji malbata me 3 kes ji bo xebatê çûne bajarên Tirkiyeyê. Berê jî di gelek karan de xebitîm. Hayê me ji cejna 1'ê Gulanê tune ye." Ercan Ocal (8) ê li Parka Feqiyê Teyran, rêwasên ku bavê wî ji çiyayan berhev kiriye difiroşe, li ber dezgehê di dest wî de durum heye. Hem xwarina xwe dixwe û hem jî rêwasan difiroşe kesên tên ber dezgehê. Ercan, anî ziman ku di nava hefteyê de ew diçe dibistanê û dawiya hefteyê jî dixebite. HEM LI DERSA XWE DIXEBITE, HEM JÎ DIXEBITE Li Kuçeya Hunerê, Seyithan Sefer (13) wezna wî li ber wî ye, hem mirovan diwezinîne û hem jî li ber wezna xwe li dersên xwe dixebite. Seyithan, heftê 7 rojan dixebite û pereyên ku bi dest dixe dide malbata xwe. Seyithan, anî ziman ku ew serê sibê diçe dibistanê û piştî nîvro jî karê wezinandinê dike. Seyithan, diyar kir ku ew bi vî awayî xercaneya xwe ya dibistanê bi dest dixe û wiha got: "Carinan spartekên min ên dibistanê zehmet in. Ji ber vê nikarim li malê biqedînim, wan li vir çêdikim. Hem li dersa xwe dixebitim, hem jî her çi qas hindik be jî hinekî pereyan qezenc dikim. Em 6 xwişk û bira ne, divê em xercaneya xwe ya dibsitanê qezenc bikin."