Bêyî faîlan darizînin kana madenê ji nûve xistin meriyetê 2017-05-01 09:03:34 SÊRT - Kana madenê ku li navçeya Şîrwanê ya Sêrtê di hezhezê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest da, bêyî bersûcan darizînin dewrî Cengiz Holdingê kirin û dest bi xebatê kirin. Li gundê madenê yê navçeya Şîrwana Sêrtê di 17'ê mijdara 2016'an de di Kana Madenê ya girêdayî Ciner Holdingê de hezan pêk hatibû. Di hezanê de 16 karker di bin axê de mabûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û xebatên kanê hatin rawestandin. Bi giştî hezar û 80 karker ji kar hatin dûrxistin. Ji karkerên hatin derxistin jê 437 karker girêdayî firmaya sereke ya Park Elektrikê bû. Piştî karker ji kar hatin derxistin karker derve anîn û di kar de bi cih kirin. Kana Sifir a Ciner Holdingê ku aydî Park Elektrikê ye dewrî Şîrketa Cengiz Holdingê hat kirin. Piştî kan dewrî şîrketa Cengiz Holdingê hat kirin dîsa ket meriyetê û dest bi xebatan kir. Hêj lêpirsîn û doza 16 karkerên madenê bi encam nebûye û bersûc nehatine darizandin kana madenê dîsa deriyê xwe ji xebatê re vekir. Li Kana ku ji sedî 80 karker ji dervê Şîrwan û Sêrtê anîn, niha 85 karkeran li qada ku hezan pêk hatiye dest bi xebatê kirin. 85 karker ji aliyê fîrmaya taşaron a Onur ku li 3'emîn Balafirgeha Stenbolê xebatê dike xistin kar. Kana madenê ji niha û şûnde dê ji aliyê Şîrketa Cengiz Holdingê ve xebatên xwe berdewam bike. Fîrmaya Park Elektrikê diyar kiribû ku ger xebatên karkeriyê berdewam bike dê karkeran ji nûve bigire kar. Li Gundê Madenê ku kana Sifir lê hatiye vekirin û sifir tê derxistin zeviyên çandiniyê tev tune dibin û wêran dibin. Karkerên ku berê li vir dixebitîn û ji kar hatin derxistin jî li hemberî vê helwesta şîrketê bi bertek û gazinc in. Şîrketa Ciner Holdingê jî xwest bi malbatên 16 karkerên jiyana xwe ji dest dan re li hev bê û dest ji dozê berdin. Hat îdiakirin ku ji bo malat dest ji dozê berdin dixwaze 200 hezar tasmînt û pêve girêdayî 100 hezar tl pere bide malbatan. Lê bêyî doz bi encam bibe kana madenê dewrî Şîrketa Cengiz Holdingê hat kirin.