Li Taksîmê turîst piştî lêgerînê dikevin qadê 2017-05-01 10:35:39 STENBOL - Hemû riyên diçin Qada Taksîmê ya Walîtiya Stenbolê pîrozbahî lê qedexe kir, hatin girtin. Turîstên dikevin qadê di lêgerînê re derbas dibin û dikevin qadê. Hemû riyên diçin Qada Taksîmê ya ku Walîtiya Stenbolê destûr ne da pîrozbahiyên 1’ê Gulanê lê bê kirin bi bariyeran hatin girtin û li ser turîstên ku dixwazin herêmê bigerin lêgerîn tê kirin û piştre digirin qadê. Polîsan hemû riyên diçin Qada Taksîmê, Talîmhane, Tarlabaşi, Xaçeriya Dîvan, derdora Parka Gezî, Navenda Çanda Ataturk, ber The Marmara û Siraselvîler û Kolana Îstîklalê bi bariyerên hesin girtin. Komên polîsan ên li ser rê û kolanan nobetê digirin, wesayîtên ji Pira Unkapi û Bazara Perşenbeyê ber bi Kasimpaşa û Karakor, wesayîtên ji Kasimpaşa tê ber bi Embara Xwê, Haskoy û Karakoy, wesayîtên ji Dolapdere tên ji Xaçeriya Dîvanê li ser tunelê ber bi Şîşlî ve, yên ji Statê tên ber bi Beşîktaşê ve, yên ji Kolana Gazhaneya Dolmabahçeyê tên ber bi Beşîktaş û Karakoyê ve rêdikin.