Beko: Peyama 'Êdî bes e, bila dawî li şer bê' derket 2017-05-03 09:10:57 STENBOL- Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko, peyama milyonan kesên daqetin qadên 1'ê Gulanê nirxand. Beko, diyar kir ku karker, kedkar, di 1'ê Gulanê de peyama "Êdî bes e, bila dawî li pevçûnan bê. Bila dawî li pevçûnên li Rojhilata Navîn bên. Bila aştî û biratî çêbibe" dan. Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kani Beko, qadên 1'ê Gulanê yên ku bi milyonan kes ber bi wan ve herikîn nirxandin. YÊN QAD TIJEKIRIN: GOTIN BILA AŞTÎ Û BIRATÎ ÇÊBIBE Beko, anî ziman ku li gel şert û mercên OHAL'ê jî di serî de Bakirkoy û bi giştî li gelek qadên welat wan bi coşeke mezin 1'ê Gulanê pîroz kiriye û got ku, kesên qad tijekirine li dijî şer û pergala kedxwariyê ya li Rojhelata Navîn dengê xwe bilind kirine. Beko, diyar kir ku li gel OHAL û Biryarnnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) jî kedkar û karkeran qad tije kirine û wiha got: "Li van qadan gotin, êdî bes e bila dawî li pevçûnan bê. Bila dawî li pevçûnên li Rojhilata Navîn bên. Bila aştî û biratî çêbibe." ‘DOZA TAPÛYA WELAT KIR' Beko, îşaret pê kir ku her diçe betalî, taşerontî û karkeriya bikirê zêde dibe û got ku, karker û kedkaran ji vê re gotiye "bes e". Beko, dest nîşan kir ku di pêvajoya referandûmê de îktîdarê herî dawî doza "tapûya welat" kiriye û wiha got: "Lê beramberî vê, di 16'ê Nîsanê de nêzî 25 milyon leheneg dengê 'Na'yê bi kar anîn. Niha, ev 'Na' neqediyaye. Girseyên ku li qadan kom bûn, ev tişt pesend kirin û nîşan dan ku dê ev bidome." Beko, bi bîr xist ku di nêvengeke ku televîzyon û radyoyên muxalif hatine girtin, qeyûm tayînî şaredariyan hatine kirin, zêdeyî 150 rojnamger girtîne de referandûm hatiye çêkirin û wiha domand: "Hevserokên giştî yên partiyeke 6 milyon deng wergirtine û di asta muxalefeta sereke de ye, di hundur de ne. Nêzî 11 parlementer di girtîgehê de ne. Di 1'ê Gulanê de derket holê ku, gelê me ev tişt ji bîr nekirine. Ji serî heta binî di warê demokratîk, aborî, civakî û siyasî de bertekên xwe nîşan dan." ‘TAKSÎM PÎROZWERIYA ME YE' Beko, der barê îdiayên ku "DÎSK'ê dev ji Taksîmê berdaye" de jî got ku, heta ku ew kujerên 37 kedkar û karkerên ku di 1'ê Gulana 1977'an de jiyana xwe ji dest dane nebînin, ew ê dev ji Taksîmê bernedin. Beko, dest nîşan kir ku Taksîm ji bo wan cihekî pîroz e û wiha domand: "Rêber û egîdên me yên wek Deniz Gezmîş ên ku strana serxwebûnê gotine û tu carî xwe radestî emperyalîzmê nekirine hene. Em ê bîranîna wî jî çêbikin. Em ê tim şehîdên şoreşê yên niha ne di nav me de ne bibîrbînin. Li me nayê ku, em têkoşîna wan nîvco bihêlin. Taksîm pîrozweriya me ye." ‘EM MECBÛR IN KU 15-16'Ê HEZÎRANÊN NÛ BIAFIRÎNIN' Beko, îşaret pê kir ku li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê îro 2 milyon zarokên 15 salî tên xebitandin û got ku, kedxwarî di asta herî jor de ye. Beko, da zanîn ku 300 buroyên îstihdama taybet hatine vekirin û dibe ku di pêvajoya pêş de 6 milyon û nîv karker veguherînin karkerên bikirê û got ku, tazmînata kidemê tê xespkirin, her ku diçe jin bêtir tên çewisandin. Beko, anî ziman ku li vî welatî derdê wan aştî, biratî, edalet û mafên sendîkayî ne. Beko, dest nîşan kir ku ew ê bi hêza ku kedkar û karkerên ku qadên 1'ê Gulanê tijekirin li hêza wan zêde kiriye têkoşîna xwe berdewam bikin û got ku, di berxwedana mezin a 15-16'ê Hezîranê de çawa ku karker daketin kuçeyan û daxwazên xwe parastin, ew ê îrojî bi heman awayî biparêzin. Beko herî dawî wiha nirxand: "Em mecbûr in ku 15-16'ê Hezîranên nû biafirînin. Di hilbijartinê de 'Na' derket, lê li YSK'ê (Desteya Hilbijartinê ya Bilind) biryara 'Erê' derket. Ma qey dê ev têkoşîn li vir bimîne? Me di 1'ê Gulanê de sinyala vê girt, 'Na' dê ev têkoşîn li vir nemîne. Em nikarin têkoşîna şehîdên ku li Enqereyê, di 10'ê Cotmehê de nîşan dan, nîvco bihêlin. Ji bo aştiyê deynekî me heye. Ji bo em wî deynê xwe bidin, dê DÎSK soza ku daye bi cih bîne."