Hemû bijîşkên bûn Serokê Odeya Tabîban a Amedê hatin îxrackirin 2017-05-08 15:08:09 AMED - Hemû bijîşkên ku bûn Serokê Odeya Tabîban a Amedê tev bi KHK'ê hatin îxrackirin. Li Amedê hemû bijîşkên ku bûn Serokê Odeya Tabiban a Amedê (DTO), bi Biryarnameya Di kumkê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin. Odeya Tabiban a Amedê têkildarî 50 endamên hatin îxrackirin civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Serokê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tîbiban a Tirk Prof. Dr. Raşît Tukel, Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV), Sendîkaya Kedkarên Xizmetkarên Tenduristiya Civakî (SES), Komeleya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekîtiya Odeya Mîmar û Endezyaran (TMMOB), Sendikaya Kedkarên Tenduristiya Cmeawerî (KESK) Platforma Demokrasî û Kedê jî di navde gelek kes amade bûn. Li salona daxuyaniyê pankarta “Ji OHAL û KHK'yan re bes e. hat vekirin. Serokê Konseyê Raşit Tukel, bal kişand ser endamên wan ên bi KHK'ê hatin dûrxistin û wiha got: "Di vê pêvajoyê de nêzî 80 hezar xebatkarên cemaweriyê j kar hatin avêtin. Nêzî 5 hezar personelên cemaweriyê ji memûrtiyê hatin dûrxistin. 28 hezar endamên perwerdehiyê bi KHK'yan hatin dûrxistin. Nêzî 50 hezar kedkarên cemaweriyê bêyî ku lêpirsîn bê vekirin bê lêpirsîn hatin dûrxistin. Hemû hevalên me yên hatin îxrackirin ji ber ku aştî xwestin hatin îxrackirin. Ev hemû li dijî hiqûq û mafan e. Em li dijî vê bê hiqûqî û binpêkirinê bêdeng namînin. HEMÛ SEROKÊN ODEYÊ HATIN ÎXRACKIRIN Sekreterê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Şerif Demir, ji anî ziman ku pişti 15'ê Tîrmehê li dijî hemû kedkarên muxalif seyra pîrebokan hatiye destpêkirin. Demir, da zanîn ku ji îlona 2016'an heta niha 5 hezar û 625 kedkarên tenduristiyê yên di bin baneya Wezareta Tenduristiyê de dixebitin hatin dûrxistin û bi giştî 106 hezar û 117 kedkarên cemaweriyê ji kar hatin îxrackirin. Demir, anî ziman ku heta niha 307 kedkarên tenduristiyê ji Amedê hatin îxrackirin û 130 kes ji wan doktor in. Demîr, da zanîn ku ji bilî kesekî hemû bijîşkên kubûne serokê odeyê hatine îxrackirin. Demîr, bilêv kir ku Serokên odeyê Dr. Seyfettin Kizilkan, Dr. Şemsettin Koç, Dr. Kemal Karadaş Dr. Yakup Altaş, Dr. Semra Guzel hatin îxrackirin. Demîr, herî dawî da zanîn ku bedela wê çi dibe bila bibe dê têkoşîna xwe berdewam bikin.