Piştî ku bû nûnerê sendîkayê ji kar hat avêtin 2017-05-12 09:09:34 STENBOL - Hakan Gurses ê ku 7 sal in li Fabrîkaya Tekstîla Goran a Bonyê ya li Çerkezkoyê ye dixebitî, piştî wek Nûnerê Cihê Kar a BATÎS'ê hat hilbijartin, ji kar hat derxistin. Gurses 16 rojin li ber fabrîkayê li ber xwe dide. Li navçeya Çerkezkoyê ya Tekirdagê, Hakan Gurses ê ku 7 sal in li Fabrîkaya Tekstîla Goran a Bonyê ya ku kapasîteya wê hezar û 300 xebatkar in dixebitî, piştî ku wek Nûnerê Cihê Kar ê BATÎS'ê hat hilbijartin, ji kar hat avêtin. Gurses ê ku di 19'ê Nîsanê de ji kar hat avêtin, ji 26'ê Nîsanê ve heta niha li ber fabrîkayê li ber xwe dide. Tekane daxwaza Gurses ê ku ji ber bû endamê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê yên Serbixwe (BATÎS) ji kar hat avêtin, ew e ku mafên wî yên sendîkayî esas bên girtin û dubare vegere ser karê xwe. Gurse ê ku ji ber newekheviya heqdestê ya li cihê kar doz li Bonyê vekir, sedema sereke ya derxistina wî ya ji kar ew e ku fealiyetên sendîkayî bi rê ve biriye. Di hilbijartina nûnerên karkeran a li cihê kar de, Gurses ji nav 7 namzetan bi 300 dengî bû nûnerê cihê kar. Piştî hilbijartinê, rêveberiya cihê kar bi îdiayên ku "Guh nade amîran, li hemberî xebata karkeran dibe asteng" Gurses ji kar derxist. Bi destpêkirina mesaiyê re, Gurses li ber fabrîkayê nobeta berxwedanê digire û vê çalakiya xwe heta mesaiya êvarê didomîne. Gurses, anî ziman ku heta ew encamekê bi dest nexe ew ê çalakiya xwe bidomîne û wiha got: "Dema mijar bê ser karkeran, qezenc nabe para wan." Gurses, diyar kir ku ji ber ew wek nûnerê cihê kar hatiye hilbijartin, kardêr ji vê nerihet bûye û wiha axivî: "Li cihê kar mobbîng hebû û ez li hemberî vê têdikoşiyam. Salên çûyîn hevalên min ji kar hatin avêtin. Ez ji kar nehatim derxistin, lê min tim li ber xwe da. Piştî ku karkeran ez wek nûnerê cihê kar hilbijartim, patron gazî min kir û ji min xwest ku, tiştên li vir diqewimin ez ji kesî re nebêjim. Min jî got, karkeran ez hilbijartime û ez nikarim vê bikim. Paşê min ji kar avêt." 'PATRON JI BER PIŞTEVANIYA JI BO BERXWEDANÊ NERIHET E' Gurses, dest nîşan kir ku ji ber ew bêyî tazmînat ji kar hatiye derxistin, nikare meaşê betaliyê jî bistîne û got ku, her çi qas ew di warê debarkirina malê de bitengije jî, lê bi piştevaniya sendîkayê ew ê çalakiya xwe bidomîne. Gurses, anî ziman ku ji bo berxwedana li ber fabrîkayê neyê dîtin, kardêr serî li her cure rêbazî daye û got ku, herî dawî ji bo dawî li çalakiyê bîne, navbeynkar şandine. Nûnerê BATÎS'ê Fahri Koçan ê ku piştevaniya berxwedana Gurses dike jî, anî ziman ku peyamên gefxwarinî ji wan re tên şandin. Koçan, dest nîşan kir ku wan li dozgeriyê giliyê hejmarên telefonan ên ku peyamên gefxwarinî ji wan re şandine kiriye.