Dixwazin Bijişkên Sûriyeyî bi keda erzan bixebitînin 2017-05-15 09:09:21 MÊRSÎN - Rêvebera Şaxa SES'ê ya Mêrsînê Fîlîz Çelebî, nivîsa Wezareta Tenduristiyê ya ji Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Nexweşxaneyên Cemaweriyê ya Mêrsînê re şandiye rexne kir û diyar kir ku dixwazin bijîşkên Sûriye bi erzanî bixebitînin û bijîşkên Sûriye wekî hêza keda erzan dibînin. Wezareta Tenduristiyê, ji Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Nexweşxaneyên Cemaweriyê ya Mêrsînê re nivîs şand û têkildarî destûra bijîşkên ji Sûriye hatine û bijîşkên biyanî agahî da. Wezaretê ji Sekreteriya Yekîtiya Nexweşxaneyan a Mêrsînê xwest ku ji bo bijîşkên pispar karibin bixebitn plana perwerdehiyê bê derxistin bi awayekî lezngîn qada perwerdehiyê bê avakirin. Wezaretê xwest heta 04/05/2017'an ji Sekretera Giştî re bê ragihandin. Endama SES'ê ya Mêrsînê Filiz Çelebi, diyar kir ku ev bernameya perwerdehiyê ne li ser nêta baş tê plankirin û armanc ne dayîna xizmeta tenduristiyê ye. Çelebi, destnîşan kir ku armanca sereke bijîşkên Sûriye bi keda erzan bixebitînin û dixwazin ji hêza keda erzan sûdê bigirin. AKP der barê penaberên Sûriye de gelek plan amade kirine. AKP ne ji ber ku pir ji Penaberên Sûriye hez dike. Di bin vê planê de polîtîkayên bişaftinê û kedxwarî heye. Dixwazin hemû tiştî bikin tirkî û tirk. Em wekî SES dixwazin xizmeta tenduristiyê bi zimanê dayikê be. Bi salan e jinên kurd ji ber bi tirkî nizanin nikarin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin. Ji ber vê yekê divê hekîm û bijîşk bi kurdî jî zanibin. Ger ku dewlet û wezaret perwerdehiyên bi vî rengî dide bila ji bo welatiyên kurd perwerdehiya kurdî jî bide bijîşkan. "