Roman: Karê me zehmet e, lê em heqê keda xwe nastînin 2017-05-16 09:13:36 MÊRSÎN - Romanên li Tirkiye dijîn, bi kedek mezin û heqê erzan debara xwe dikin. Romanên ku selikan difiroşin û debara xwe dikin, diyar kirin ku karê dikin zor û zahmet e û keda wan tê xwarin. Romanên ku li Mêrsînê dijîn ji bo debara xwe bikin kedek mezin didin, lê heqê keda xwe nastînin. Romanên ku li Mêrsînê dijîn ji gelek mafên xwe yên civakî, çandî û aborî bêpar dijîn. Li cîhanê 12 milyon roman dijîn û 2 milyon roman li Tirkiye dijîn. Roman li Tirkiye dijîn herî zêde li bajarên Kirklarelî, Edîrne, Enqere, Stenbol, Duzce, Îzmit, Îzmir, Afyon, Tokat, Sêwas, Denîzli, Mêrdîn, Dîlok, Mereş, Edene Mêrsîn û Semsûnê dijîn. Romanên li Tirkiye dijîn bêtir debara xwe bi gulfiroşî, selik, qelaygerî, hedadî û xurdevaniyê dikin. Romanên li Mêrsînê dijîn jî bêtir debara xwe bi selikvaniyê dikin. Romanên Mêrsînê di demsalên havîdê de diçin nava bax û baxçeyan qamiş kom dikin û selikan çêdikin û piştre selikên çêdikin difiroşin. Romanên ku selikan çêdikin û debara xwe dikin diyar kirin ku karê wan zor e û kedek mezin dixwaze. ZOR E Û KEDA WÊ ZÊDE YE Welatiyê Roman Ergul Akyol, diyar kir ku diçin nava baxçeyan kamir û kamiş kom dikin û bi kamiran selikan çêdikin. Akyol, anî ziman ku striyên kamiran heye û dema kamiran kom dikin pûş û pelaşê wî gelek caran wekî kêrê destê wan dibire û destê wan birîn dikin. Cihê ku em qamir û kamiş lê kom dikin mar û mol jî hene. Karê ku em dikin hem zor e û hem kedek mezin dixwaze. Di nava kamiran de mar jî hene û karekî talûke ye. Kamir di nava heriyê û avê de dijîn em gelek caran tev dibir herî. Ji ber ku mal û milkê me tune em bi çêkirina selikan debara xwe dikin. ‘HAVÎNAN SELIKAN ÇÊDIKIN ZIVISTANAN DIÇIN ZEVIYAN Akgul, anî ziman ku piştî pîşesazî û famrîqe pêş ket êdî nikarin wekî berê selikan bifiroşin û wiha got: "Me selikan çê dikin û difiroşin. Havînan selikan difiroşin. Zivistanî jî em diçin nava karê baxçeyan ên zeviyan dikin. Em li cihê betlanê û peravan salikan difiroşin. Em demsalên zivistanan jî lîmon û mandalînan kom dikin. BERÊ HER TIŞTÎ BI QÎMET BÛ LÊ NIHA NE WISA YE Welatiyê Roman Mehmet Yalçin jî anî ziman ku berê her tişt betir bi qîmet bû. Lê êdî qîmeta tu tişti nemaye û wiha got: "Em kedek mezin didin. Lê em heqê keda xwe nadin. Em selikan bi hezar zor û zahmetiyan çêdikin. Lê em heta wan bi 10 TL yan difriroşin. Hin caran selikên ku em bi 10 tl difiroşin welati tên bi 2 TL ji me dikirin û diçin. Ji bîlî vî karî tiştekî din em bikin tune. Em vî karî nekin emê birçî bimînin. EM JI BO DEBARÊ VÎ KARÎ DIKIN Dayika 3 zarokan Sultan Yavuz jî anî ziman ku ji bo pêşeroja zarokên xwe divê kar bike û debara xwe bike. Yavuz, anî ziman ku rojê 5-6 selikan çê dike û wiha got: "Kesên tên selikan dikirin diyar kirin ku ev karekî hêsan e. Lê ne wisa ye. Kedek gelek mezin dixwaze. Zor û zahmet e. Dest û pêçiyên me tev birîn dibin û xwîn dibin.Em ji bo debarê vî karî dikin."