Cenezeyê karkerê di bin hezanê de ma hat ditin 2017-05-17 10:10:33 ANTALYA - Li navçeya Kemerê ya Antalyayê di kana Balyak Madencilik de hezan pêk hat. Di hezanê de 2 karkerên asê man jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên karkeran hatin dîtin. Li taxa Ocacik ê navçeya Kemera Antalyayê di Kana Komirê ya Balyak Madencilik de hezan pêk hat. Di hezanê de 2 karkerên bi navê Levent Korkmaz (39) û Esen Çavuş (35) jiyana xwe ji dest dan. Di kolandina hezanê de cenazeyên 2 karkeran hatin dîtin. Yekîneyên AFAD'ê saet di 03.00'an de di kurahiya 830 metre de xwe gîhandin cenazeyê 2 karekarn. cenazeyên Korkmaz û Çavuş rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya Antalya.