Hunera destan a li hemberî teknolojiyê têk çûye 2016-12-03 09:12:30 SEMSÛR- Li Kolikê, Mehmet Dag ê bi çêkirina merş û tejikên ji benikên kincên kevin debara xwe dike anî ziman ku, pîşeya ku ew ji bavê xwe hînî wê bûye li hemberî teknolojiyê têk çûye. Mehmet Dag (73) ê li Taxa Gaziyê ya Kolika Semsûrê dijî, ev zêdeyî 50 salî ye kincên kevin ên ji jinan dikire û li malê wan vedireşîne, li dezgeha xwe yî malê wan vediguherîne merşan. Dag li aliyekî debara xwe bi vî karî dike û li aliyê din hewl dide pîşeya ku ji bavê xwe hîn bûye jîndar bike. Dag diyar dike ku, pîşeya ku wî di temenê xwe yî biçûk de ji bavê xwe hîn bûye li hemberî teknolojiyê têk çûye û got, hunera destan a merşçêkirinê wek berê rastî raxbetê nayê. ‘PÊŞEROJA WÊ TUNE YE' Bavê 6 zarokan Dag, vî karê ku xwe dispêre qaweta destan bêyî jê aciz bibe didomîne û wiha dibêje:"Berê min di 2 rojan de yek çêdikir. Niha ji ber extiyariyê, 3 rojan careke ancax yekê çêdikim. Li gel Kolikê, ji Semsûr, Riha, Mêrsîn, Stenbol û gelek deverên Tirkiyeyê şîparîş tên. Ez jî bi vî awayî debara xwe dikim. Berê karê me zaf baş bû. Berê mehê 50 perçe çêdibûn, niha herî zêde 3 an jî 4 perçe. Firehiya merşan metreyek e, lê dirêjbûna wan li gor daxwazê diguhere. Ez kîloya merşan bi 12 TL'yî çêdikim. Rojê ancax dikarim 2 kîloyan çêbikim." Dag anî ziman ku, her çiqas pîşeyê bav û kalan be jî, wî ev pîşe şanî zarokên xwe nedaye û got, tu pêşeroja vî pîşeyî tune ye. 'JI TENDURISTIYÊ BAŞ BÛN' Dag balê kişand ser paşeroja hunera destan û wiha got:"Berê mirovan li van dezgehan kincên ji pembo û hiriyê dihatin çêkirin li xwe dikirin. Pelên sergûzê nêzî mehekê di nav avê de dihatin hiştin û ji wan boyax dihat çêkirin. Paşê kincên dihatin çêkirin bi vê boyaxê dihatin boyaxkirin. Tu xesara wê boyaxê tune bû, mayînde bû. Berê evqas kinc tune bûn. Niha tu li kê/î dinihêrî herî kêm 10 qat kincên wî/ê hene. Berê kêm bûn, lê ji aliyê tenduristiyê ve baş bûn, di heman demê de saxlem bûn jî. Mînak, me ji hiriyê qocik çêdikirin. Min bi xwe jî qocik çêkirine. Qocikên ku me çêdikirin, wisa bi hêsanî av di wan re derbas nedibû. Dema şivanan qocik li xwe dikirin, 3 rojan dibin baranê de bimanan jî şil nedibûn."